Zimanê Helbesta Fêrîkê Ûsiv
Ev zimanê wî yê vegêranê di heman demê da dewlemendî û fêhmbarîya zimanê axaftinê yê hevpar jî derdixe holê. Destanên wî, bi bikaranîna hêmanên edebî yên weke teşbîh, mubaxele, teşhîs, tezad, muqeyese û wd. xwedî şêwazeke dewlemend û xemilandî ye. Lêbelê di vê şêwazê da hêmanên ku zêde derdikevin pêş, bêguman “teşbîh” û “mubalexe” ne.
***
Di helbestên Fêrîkê Ûsiv da ziman xwerû û zelal e. Gava em bi awayekî kronolojîk li ser berhemên wî hûr bibin, em ê bibînin ku ji Çavkanîyê heya Dinya Delalê Ûsiv ji awayê bikaranîna zimanê gel xwe ti carî dûr nexistîye. Axaftina rojane ya gel xwe di helbestên wî da dide hîskirin. Ji zimanê gel qesta me, bêguman, devoka Serhedê ya kurdîya kurmancî ye. Peyvên ku bi kar anîne, ne sabît in. Li gorî hizr û hestên wî diguherin. Bi awayê kronolojîk gava em helbestên wî dinirxînin em dibînin ku çi qas çûye ferhenga Ûsiv hê xurttir bûye. Ûsiv, gelek caran peyv di wateya wan a ewil da bi kar anîne. Xwe ji dubarekirina peyvan nedaye alîyekî, helbet ev yek ji bo rîtm û ahenga helbestê kirîye.
Ji hêla rêzimanê ve
Di fonetîka devoka Serhedê da bûyerên dengan xwedî hin taybetîyên cuda û xwecihî ne. Bo nimûne guherîna tîpa “b” û “v”yê berbiçav e. Di helbestên Ûsiv da jî em rastî vê tiştê tên:
“Dinya ber min dive sêr” [1]
Di bikaranîna daçekan da kurdên herêma Serhed û Qafqasê gelek caran pêşdaçekê bi kar naynin. Ev yek di helbesta Fêrîkê Ûsiv da jî eşkere ye:
Ez çavê xwe çi derxim
Ca binihêr min doşanî
Te ra anî... ax kevanî... [2]
Her wiha ketina dengan jî di helbestên Fêrîkê Ûsiv da xwe didin der:
Ez zarê xwe ça pev xim
Bi van nimûneyan mirov dikare xwe bigihîne van her du tesbîtan:
1. Fêrîkê Ûsiv, ji ber ku di nava gel da mezin bûye û di nav civat û şevbuhêrkan da cih girtîye ji estetîka zimên a gel fêm dike. Lewma jî ji zimanê devkî yê kurdî dûr neketîye.
2. Helbestkarên ku di bin tesîra edebîyata devkî û ya klasîk da mane, gelek caran ji bo ku serwa û wezna helbestê xirab nebin dikarin kîte an jî dengan ji bêjeyan bikin.
Tesîra Zimanên Bîyanî
Yekîtîya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst (SSCB) ji ber ku welatekî pirrçandî bû, di berhemên wan ên hunerî û edebî da jî em rastî vê pirçandîyê tên. Di helbestên Fêrîkê Ûsiv da jî em rastî peyv û biwêjên zimanên din tên. Li gorî lêkolînên berdest, heta niha 795 helbest, 9 destan, 15 çîrok, 23 pêkenokên gelêrî (laqirdîyên Pampê), 14 werger û pîyeseka Fêrîkê Ûsiv hatine çapkirin. Di nava evqas berheman da Ûsiv bi rêjeyeke gelekî kêm peyv û biwêjên zimanên bîyanî bi kar anîne.
| Cure | Hejmar |
| Helbest | 795 |
| Destan | 9 |
| Çîrok | 15 |
| Pêkenokên Gelêrî | 23 |
| Werger | 14 |
| Pîyes | 1 |
Daneyên berhemînanîya Fêrîkê Ûsiv
Di bikaranîna van peyv û biwêjan da çar sedem derdikevin holê:
1. Ûsiv hin peyvên terîm bi kar anîne, reng e ku kurmancîya wan peyvan nîne.
2. Devoka herêmî parastîye di helbestên xwe da û devoka wî cîranên nêzik ên zimanên din e.
3. Polîtîkaya SSCByê li ser ziman, li ser xîmên pirrçandîyê bû.
4. Ûsiv digel helbestkarîya xwe herwiha wergêrek bû.
Tesîra Rûsî, Ermenkî û Gurcî
Di YKKSyê da zimanê ku herî zêde xwedî deshilat an jî zimanê zêde derketî pêş bêguman Rûsî bû. Fêrîkê Ûsiv di helbesta xwe da kêm be jî cih daye hin peyvên Rûsî. Sedema ewilîn a bikaranîna hin peyvên Rûsî ji vê tesîrê diqewime. Sedema din jî heyranîya wî ya digel helbestkarên Rûs e: Puşkîn, Sergey Yesenîn, Lermontov. Fêrîkê Ûsiv israra xwe ya bi nivîsîna zimanê devkî yê kurdî didomîne. Di bikaranîna hin peyvên terîm ên bi Rûsî da reng e ku kurdîya wan tunebe, an jî beramberî wê peyvek nehatîye çêkirin. Digel vê yekê em di helbestên wî da rastî çend peyvên ji zimanê Ermenkî û Gurcî jî tên.
Peyvên Rûsî: avtor, barîşnya, garaj, daça, dorogoy, mam, mîlî, sovxoz, babûşka, bort, îmûnîtêt, kûrort, mavzalê, pirêmiya, pilastînka, pilaş, tansî, troyka, gênî, îstol, kanav, kodêks, komplîmênt, manêvir, orbît, pilanêt, post, rêplîka, sapok, şilyapa,
Peyvên Ermenkî: barîlûs, gaxtakan, horovêl, xopançî
Peyvên Gurcî: sadî, gogîna,
Dixwazim dehfekê bidim vê
Kaltîya ersawil, decal:
Tilol kim xwe nava vê kanavê
Tevî van tifalên delal [3]
Kanav: Erqa kolayî û çêkirî, benda avê.
...
Tu dîhar bûyî çawa pilanêt,
Ronahîdarekî bi xwîn û qinêt,
Yê ku li nava bayê dewranê yê har
Ji orbîta xwe derneket ti car. [4]
Pilanêt: Heyetîyên qinyatîyê li esmanan; Mars, Yûpîtêr, topa dinyayê bû yê mayîn. Kewket, seyare.
Orbît: Rê û rêgeha pilanêtan.
Tesîra Tirkî
Herêma Serhedê hem ji kinarê rojhilatê ve hem jî ji kinarê rojavayê ve cîranê tirk û tirkmenan e, ev yek bivênevê tesîrî zimên jî dike. Di zimanê kurdên Serhedê û kurdên Qafqasê da tesîra tirkî eyan e. Fêrîkê Ûsiv jî ji ber ku yek ji kurdên Qafqasê ye û ji ber ku di nivîsîna helbestê da zimanekî xwerû û zelal a gel tercîh kirîye, em di helbestên wî da rastî peyv û biwêjên tirkî tên. Her wiha em vê yekê ne tenê berhemên Fêrîkê Ûsiv da, di berhemên romannûs û helbestkarên wekî Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Elîyê Evdilrehman, Mikayêlê Reşîd, Eskerê Boyîk û wd. da jî dibînin. Di kilamên dengbêjên Serhedî yên wekî Şeroyê Biro û Şakiro da jî ev tesîr xwe dide der. Li jêr em ê çend nimûneyên peyv û biwêjên tirkî bidin ku Ûsiv ew di helbestên xwe da bi kar anîne.
Yêr yêrinde dewremîş bim
Her çar qulbê dinyayê [5]
Begem kir qiseta her qîzê,
Sowbeta Gulnazê başqe ye, [6]
Ez te hiz dikim ruhê xwe zêde,
Lê ax, degmîşî te nabim ez. [7]
Bilmîş dibe cahil û kal
Yek digihîje, yek dimire [8]
Zimanê Destanan
Di edebîyata kurdî ya êwra Qafqasê de herî zêde Fêrîkê Ûsiv destan nivîsîne. Fêrîkê Ûsiv destan û çîrokên gelêrî ne bi forma berhevkarî, roman, çîrok û wd. bes bi forma helbestê nivîsîne. Fêrîkê Ûsiv ew helbestvan e ku bi qasî me tesbîtkirî 9 destan nivîsîne. Ji nav van destanan 3 jê (Xewna Mîrmih, Ûsivê Nevîya, Hubê Xwedêhiz) çîrokên gelêrî ne ku Ûsiv ew wekî destan nivîsîne. 6 destanên din jî (Rihana Reso, Hisret, Hêja Hele, Îsaf, Dawetîyê Dîlbend, Rizayê Kurmet) ji afrînerîya pênûsa Ûsiv hatine çêkirin.
| Destanên Gelêrî | Destanên Çêkirî |
| Xewna Mîrmih | Rihaana Reso |
| Ûsivê Nevîya | Hisret |
| Hubê Xwedêhiz | Hêja Hele |
| Îsaf | |
| Dawetîyê Dîlbend | |
| Rizayê Kurmet |
Daneyên destanên Fêrîkê Ûsiv
Fêrîkê Ûsiv di nivîsîna destanan da zimanekî zelal, xweşxwên û wecîz bi kar anîye. Ji hêla rêzimanê ve rêzbûna risteyan li gorî hevoksazîya kurdîya kurmancî ye. Ev zimanê wî yê vegêranê di heman demê da dewlemendî û fêhmbarîya zimanê axaftinê yê hevpar jî derdixe holê. Destanên wî, bi bikaranîna hêmanên edebî yên weke teşbîh, mubaxele, teşhîs, tezad, muqeyese û wd. xwedî şêwazeke dewlemend û xemilandî ye. Lêbelê di vê şêwazê da hêmanên ku zêde derdikevin pêş, bêguman “teşbîh” û “mubalexe” ne. İlhan Berk derbarê teşbîhê da wiha dibêje: “Teşbîh ew tişt e ku tişta heyî ji nû ve hildiberîne, zindî dike”. [9] Lewma em dikarin bibêjin ku bi saya xurtbûna teşbîhê Fêrîkê Ûsiv, çîrokên gelêrî û bûyerên dîrokî bi terzê destanê ji nû ve zindî kirine.
Çavkanî:
[1] Fêrîkê Ûsiv (2018), Lîrîka, Lîs, r. 89.
[2] Fêrîkê Ûsiv (2018), Narê, Lîs, r. 55.
[3] Fêrîkê Ûsiv (2015), Êvara Zivistanê, Lîs, r. 137.
[4] Fêrîkê Ûsiv (2015), Êvara Zivistanê, Lîs, r. 273.
[5] Fêrîkê Ûsiv (2018), Çavkanî, Lîs, r. 42.
[6] Fêrîkê Ûsiv (2018), Gula Elegezê, Lîs, r. 60.
[7] Fêrîkê Ûsiv (2018), Dinya Delal, Lîs, rp. 92.
[8] Fêrîkê Ûsiv (2018), Dinya Delal, Lîs, r. 158.
[9] İlhan Berk (2009), Logos, Yapı Kredi Yayınları, r. 30.