ZINDÎ- Hilbijartinên 2023yan

Share
ZINDÎ- Hilbijartinên 2023yan
seçim 1-oy verme

Pêvajoya dengdanê ya ji bo Hilbijartina Serokkomarîyê û Hilbijartina Parlamenterîyê ya Serdema 28an saet di 08.00ê de destpê kiriye.

Hilbijêr wê bikaribin heta saet 17.00ê dengên xwe bikar bînin.

Li seranserê Tirkîyeyê li 973 navçe û hezar û 94 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan, 191 hezar û 884 sendoq hatine danîn.

Li nava Tirkîyeyê û derveyî Tirkîyeyê li ser hev 64 milyon û 114 hezar û 941 hilbijêr hene.

Li nava Tirkîyeyê 4 milyon û 94 hezar û 672 hilbijêr cara pêşîyê dê dengên xwe bidin.

Her weha 53 hezar û 172 girtî jî wê bikaribin dengên xwe bidin.

Read more