Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanî li her deverê cîhanê karker derdikevin qadan û daxwaza edaletê dikin.
Karkeran berîya bi 132 salan li bajarê Chicagoyê ya Amerîkayê ji bo ku di rojê da tenê 8 saetan bixebitin dest ji karê xwe berdan.
Di encama guleberdana polîsan da gelek karker mirin û gelek ji wan jî birîndar bûn.
Sala 1889ê biryar hat girtin ku 1ê Gulanê wekî roja yekîtî, têkoşîn û piştgirîya karkeran bê diyarkirin.
Ji wê rojê û heta îro ev roj tê pîrozkirin.
Li Tirkîyeyê û Kurdistanê jî bi dehan sal in ku karker car caran di bin qedexeyan da car caran bi destûrê vê rojê pîroz dikin.
Li ser tekoşîna karkeran li her deverê cîhanê gelek nivîs hatine nivîsîn û gelek stran hatine gotin.
Ji bo tekoşîna karkerên Kurd jî hunermed û stranbêjên Kurdan bi dehan stran gotine.
Me hinek ji wan stranan ji bo we berhev kirine.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...