1330 parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê da
Hezar û 330 parêzeran bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, ji bo ku hêvdîtin pêk bê serî li Wezareta Dadê da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li bajarê Amedê ji 35 baroyan Hezar û 330 parêzeranji bo biçin Îmralîyê û hevtînê bi Ocalan re bikin serî serî li Wezareta Dadê ya Tirkîyeyê da.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), gelek parêzeran bi beşdariya parlamenterên DEM Partîyê daxuyanî da.
Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter, da zanîn ku beriya niha jî gelek caran me anî rojevê û me hûn agahdar kirin ku û wiha berdewan kir: "Ji 7ê tebaxa 2019’an heya niha bi Birêz Abdullah Ocalan re û ji sala 2015’an heya niha bi Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yıldırım û Birêz Veysî Aktaş re destûr nehatîye dayîn ku hevdîtina parêzeran pêk bê. Qedexeya hevdîtina parêzeran, ji 27ê tirmeha 2011’an heya 2yê gulana 2019an 8 sal in bênavber berdewam kirîye û tenê di sala 2019an de 5 caran hevdîtin pêk hatîye. Dîsa 7ê tebaxa 2019’an ji hevdîtina herî dawî ya parêzeran pê ve, kiryarên qedexekirinê dewam kirîye."