Photo:Yuri Cortéz / RSF Di sala 2022an de rojnameger herî zêde li der dora Meksîka û Haîtîyê hatine kuştin.
Di gel ku ne ciyê şerê ye jî, ji bo rojnamegeran cihê herî xeternak Amerîkaya Latîn e.
Li gor nûçeya Reutersê li Berfanbara (Kanûna Pêşiyê) 2022an de rojnamegerê ji Haîtîyê Francklin Tamar ji alîyê du kesan ve hatiye kuştin.
Di bîst salên dawîyê de zêdetirî 1668 rojnameger li seranserê cîhanê hatine kuştin.
Kategorîzekirina giştî a kuştinên li dijî rojnamegeran zehmet e, lê zanyarîyeke berbiçav heye ku ev ji ber karên xwe tên kuştin.
Her wiha xalek eceb heye ku temenê wan rojnamgerên hatine kuştin di navbera 30-40î de ye.
Lîsteya rojnamegerên Meksîkî ku di 15 salan de berze bûne:
1: Jesús Mejía Lechuga , 10/07/2003 2: José Alfredo Jiménez Mota , 02/04/2005 3: Rafael Ortiz Martínez , 08/07/2006 4: José Antonio García Apac , 20/11/2006 5: Rodolfo Rincón Taracena , 20/01/2007 6: Gerardo Paredes , 10/05/2007 7: Gamaliel López , 10/05/2007 8: Mauricio Estrada Zamora , 12/02/2008 9: María Esther Aguilar Cansimbe , 11/11/2009 10: Miguel Ángel Domínguez Zamora , 01/03/2010 11: Ramón Ángeles Zalpa , 06/04/2010 12: Evaristo Ortega Zarate , 20/04/2010 13: Marco Antonio López , 07/06/2011 14: Manuel Figueroa Fonseca Hernández , 22/09/2011 15: Federico Manuel García, 14/05/2012 16: Zane Plemmons , 21/06/2012
17: Miguel Morales Estrada , 19/07/2012 18: Adela Jazmín Alcaráz López , 26/10/2012 19: Sergio Landa Rosado , 22/01/2013 20: Mario Alberto Crespo Ayón , 07/12/2014 21: Agustín Silva Vázquez , 21/01/2018
Ev nûçe ji alîyê Yonca Sarsilmazê ve hatiye berhevkirin