Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Duyemîn Festîvala Fîlman a Cudî dest pê dike.
Festîval ji alîyê Zanîngeha Şirnexê ve tê lidarxistin.
Di festîvalê da 10 fîlm cih digirin, zêdetirî fîlman ji alîyê derhênerên şirnexî ve hatine kêşan.
Edîtora Botan Timesê ya Podcastan Semiha Yıldız bi fîlma xwe ya 'Cûdîyê Miradan' beşdarî festîvalê dibe.
Herwiha filma Derhêner Yılmaz Özdil 'Barê Giran' dê li festîvalê bê nîşandan ku wî heta niha di çendîn festîvalan da çendîn xelat wergirtine.
Festîval 27ê mehê bi galayê dest pê dike û bi nîşandana filma Tozlu Kramponlar-Bir Şırnak Masalı (Kramponên Bitoz, Çîrokeka Şirnexê).
28ê Mehê 10 fîlm dê bêne nîşandan.
Film dê li salona Navenda Kongreyê ya 15 Tîrmehê bêne nîşandan.
Kîjan fîlm kengî ye?

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...