Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Ger em her roj ji wan 9 hevokan yekî bikar bînin, em dê ji alîyê hestîyarî ve bihêztir bibin. Gelo ew 9 hevok çi ne?
Derûnasa ji Zanîngeha Harvardê, Cortney Warrenê piştî lêkolînekê bersiva vê pirsê daye CNBCyê.
Berxwedana hestîyarî bi berxwedan zîhnî ve girêdaye. Ev hevok jî bi me dide hîs kirin ku bêyî em têk biçin, em dikarin bi ser kevin.
Ger hûn di rewşekê mexdûrî da jî bibin, bi bikaranîne vê hevokê ra hûn dê bêjin 'belê ez mexdûr im lê ez dikarim bi awayekî xwe ji vê mexdûrîyetê xilas bikim.'
Em bi vê hevokê qebûl dikin ku jiyan tu carî wek hev nîne. Carna dê serborîyên me yên zehmet jî hebin. Kêyfxweşî domdar nîne û zehmetkêşî jî perçeyeka vê serhatîyê ye.
Mirovên berxwedêr dizanin ku têkçûn û têkoşîn di germe-germê da hestên xirab derdixin holê. Lê ev nayê wê wateyê ku dê her û her wisa be, her roj fersendeka me heye ku em xwe baştir hîs bikin.
Di serborîyên herî xirab da jî her tim tiştekî ku serê me bikeve heye. Divê mirov bifikire ka ez dikarim çi dersê ji vê serborîya xirab derxim.
Yek ji pêkhateyên berxwedanê ew e ku divê hûn ji xwe ra qewlekê deynin. Bînin bîra xwe ku hûn dikarin li ber xwe bidin lê bes hinekî wext ji we re divê da ku hûn biryarekî bidin.
Dema bûyerekê xirab were serê we, ji xwe ra bêjin 'belê ez dê bitekoşim lê ez dikarim di hemû rewşan da ji xwe ra xaleka ku ez pê şikirdar bim, bibînim.
Dema mirov bigihije asteka ku bi awayekî radikal tiştan qebûl bike, hingê tesîra wê rewşa xirab ya li ser mirovî kêmtir dibe. Ji xwe ra bêjin ku dive ez rastîyê bibînim tevî ku ew rastî ne li gor dilê min be jî. Wê demê hûn dikarin pêş bikevin.
Carna divê meriv dev ji tekoşînê berde. Lê ev nayê wê wateyê ku me her tişt qebûl kiriye. Em tenê dixwazin bêjin ku ez êdî naxwazim ev barê giran li ser milê min bimîne.
Wergera ji ingilîzî Yonca Sarsılmaz
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...