Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Li gor çavkanîyan, şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bandoreka mezin li ser aborîya Libnanê kiriye. Welat di encama vê bûyerê de rastî qeyraneka cidî hatiye.
Banka Cîhanê ragihandiye ku ji ber şerî zirareka 8.5 milyar dolarî gihîştiye Libnanê. Hilberîna Neteweyî ya Giştî (GDP) di sala 2024ê de bi qasî 6.6 ji sedî kêm bûye.
Li Xezeyê, li gor Wezareta Tenduristîyê, di hefteyeka dawîyê de pênc zarok ji ber sermayê mirine. Zarokên herî biçûk ên şerî niho bi sermayê re têdikoşin.
UNICEF'ê ragihandiye ku zarokên Xezeyê sar, nexweş û trawmatîze ne. Gelek ji wan hê jî cilên havînê li xwe dikin. Ji ber ku gaza pêjgehan nemaye, gelek kes di nav kavilan de li plastîkên şewitandinê digerin.
Li gorî Berevanîya Sivîl a Filistînê, bi taybetî yên di kampan de dijîn divê tedbîrên zêde bigirin. Wan şîret kiriye ku divê xelk vexwarinên germ vexwin, çend qat cil li xwe bikin û ji bo germkirina laşî tevbigerin.
Li gor ajansên Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 90ê gelê Xezeyê herî kêm carekê koçber bûye. Ji destpêka şerî ve 45 hezar û 300 Filistînî hatine kuştin ku ji wan 17 hezar û 492 zarok in.
Çavkanî: The New York Times Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...