Ahmet Turkê cara sêyem kursiyê wî ji qeyiman re maye kî ye?
Hevşaredarê, Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Türk gotiye, "Ez bawer im ez ketim Pirtûka Rekorên Guinnessê."
Wî ev gotin piştî biryara tayînkirina qeyimê sêyem anîye ziman. Wezareta Karên navxweyî îro qeyim tayînî Şaredarîya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiriye.
Destpêka jiyana sîyasî
Türk di sala 1942ê de li Mêrdînê ji malbateka eşîrî hatiye dinê. Piştî kuştina birayê xwe di sala 1973ê de ketiye nav sîyasetê. Di wê demê de ji Partîya Demokrat bûye parlamenter û piştre derbasî Partîya Gel a Komarê (CHP) bûye.
Zindana Dîyarbekirê û salên 1980yî
Di dema darbeya 12ê Îlonê de hatiye desteser kirin û li Girtîgeha 5ê ya Dîyarbekirê maye. Li ser wê demê gotiye, "Me li Dîyarbekirê cehenem dît. Êşa ku her kesî kişandiye, dikare bi dehan pirtûkan dagire."
Pêvajoya çareserîyê û rola wî
Di navbera salên 2013 û 2015ê de di pêvajoya çareserîyê de roleka giring girtiye ser milê xwe. Di 3ê Kanûna paşîn a 2013ê de di heyeta yekem de çûye Îmraliyê. Li ser vê pêvajoyê gotiye, "Me hêvî dikir. Em ne ewqas saf bûn. Me dizanî wê ne hêsan be."
Sê caran qeyim
Di sala 2014ê de bi serketineka mezin bûye şaredarê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Mêrdînê. Di sala 2016ê de cara yekem qeyim hatiye şûna wî. Di sala 2019ê de dîsa hatiye hilbijartin û dîsa qeyim hatiye tayînkirin. Di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dengê 57.4 ji sedî cardin bûye şaredar û niho cara sêyem qeyim hatiye şûna wî.
Çavkanî: BBC, Reuters, AFP, Botan Times