Amed - Ji ber Govendê 5 kes din jî desteser kirine

Share
Amed - Ji ber Govendê 5 kes din jî desteser kirine
Wêne: Ajansa Mezopotamyayê

Li Pîrana Amedê bi hinceta govend û stranên kurdî 5 kes desteser kirine.

Van demên dawîyê li çendîn cihan vî tiştî rû daye û ew kesên ku govend gêrane hatine desteserkirin û bi hinceta "propagandaya PKK"yê hêzên ewlehîyê operasyonên xwe dike..

Herî dawî polîsan li Colemêrgê bi ser sê dawetan da girtibûn û çend kes desteser kiribûn. Di serdegirtinê da hunermend, kameravan û xwedîyên dawetê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Walîtîya Amedê got ku hêzên wan ji bo desteserkirina 7 kesên ku li gel stranên Kurdî govend gerandîye “operasyonek” kirîye.

Li gorî daxuyanîyê, 5 ji wan hatine desteserkirin û hêzên ewlehîyên yên Tirkîyeyê hewl didin her du kesên din jî bigirin.

Kesên hatin desteserkirin şandine Dozgerîya Komarê ya Amedê.

Wan 5 kesan dê piştî karên îfadewergirtinê bişînin Dadgeha Amedê.

Li hêla din, ev kiryarên Tirkîyeyê yên demên dawîyê rastî bertekên tund ên Kurdan tên.

Wêne: Ajansa Mezopotamyayê

Read more