Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Rêxistina Amnesty Internationalê îro eşkere kiriye ku çekên Fransî bi rêya Emiratan digihên milîsên Sudanî. Ev yek li dijî ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî ye ku ji sala 2004ê ve li ser herêma Darfûrê heye.
Li gor Amnesty, sîstemên bergirîyê yên bi navê Galix ku ji alîyê Fransayê ve hatine çêkirin, li ser wesayîtên zirxkirî yên Nimr Ajban hatine dîtin. Ev wesayît ji alîyê Emiratan ve hatine çêkirin û şandin ji bo Hêzên Piştgirîya Lezgîn (RSF) ên Sudanê.
Sîstema Galix dikare êrîşên nêzîk bi alîkarîya sensorên xwe bibîne û bi topan bergirîyê bike. Ev sîstem ji alîyê şirketên Lacroix Defense û KNDS France ve tê çêkirin.
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sudanê ve di Nîsana 2023ê de, bi hezaran kes mirine û 11 milyon kes ji malên xwe bûne. RSF a ku Galix bi kar tîne, niho kontrola piranîya bajarên Darfûrê di destê xwe de digire û tê tawanbarkirin ku komkujî, tecawiz û talanê pêk tîne.
Agnès Callamard a sekretera giştî ya Amnesty International dibêje ku divê Fransa pêşî li van şirketan bigire û lêpirsînekê veke. Heta niho tu bersiv ji van şirketan nehatiye.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...