Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li gorî biryara Desteya Girtîgehê ya Sîlîvrîyê, şairê ku 30 sal û 3 meh in di girtîgehê de ye, İlhan Sami Çomak, dê îro were berdan. Biryar li benda pejirandina dadgerîya infazê ye.
Li gorî agahîyên ku ji parêzerê wî hatine wergirtin, Desteya Çavdêrîya Îdarî ya Girtîgeha Sîlîvrîyê îro biryara berdana Çomak daye.
İpek Özel, ku parêzerîya Çomak dike, daye zanîn ku biryar niho li benda pejirandina dadgerîya infazê ye. Heke dadger îtîraz neke, dê Çomak piştî 30 sal, 3 meh û 6 rojan azad bibe.
Tevî ku dema cezaya wî qedîyabû jî, berê biryarên berdana Çomak hatibûn paşxistin. Lê îro astengîya li pêşîya azadîya wî rabûye.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...