Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
12ê Çirîya paşiyê 2024
Hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakîrhan, di civîna koma partîya xwe de bangek li Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî kiriye. Bakîrhanî gotiye ku ew ji çareserîyê ne û pirsîye ka astengên li ber axaftinê çi ne.
Bakîrhan di axaftina xwe de holê gotiye: "Ez dixwazim bangî Birêz Bahçelî bikim: We di civîna koma xwe ya heftiya borî de got ku sedsala duyem divê bibe sedsala Tirk û Kurdan. Em vê çarçoveyê girîng dibînin. Me bi salan bi hev re her tişt got lê me tu carî nikarî aştî û çareserîyê biaxivin. Her hefte hûn di civîna koma xwe de dibêjin ku hûn li pey biryara xwe ne. Em jî dibêjin ku em li milê çareserîyê ne. Nexwe astengîyên li pêşiya axaftina me çi ne? Ez dibêjim werin em ji vê xeleka bêencam derkevin."
Bakîrhanî dîyar kiriye ku piştî bangên Bahçelî, cezayeka dîsîplînê yê sê mehan li Öcalan hatiye birîn. Wî got: "Bahçelî diaxive, Erdogan asteng datîne pêşîya wî. Em ê bibînin ka nîqaşên di navbera van herduyan de dê ber bi ku ve biçin."
Bakîrhan, li ser tayînkirina kayyûman ji bo şaredarîyên Esenyurt, Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê jî axivîye û ev yek wek "destdanîna ser îradeyê" bi nav kiriye. Wî got ku kayyûm êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e û divê hemû kes li dijî vê yekê bisekinin.
Bakîrhan, li ser gotina Serokomar Erdogan a "ne dîyar e ka çi ne" ji bo şaredaran, wiha bersiv daye: "Ya me dîyar e. Em li vê derê mirovên ku dixwazin edalet, aştî û demokrasîyê ne. Ya ne dîyar e kayyûmên we ne ku we tayîn kirine."
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...