Baroya Amedê Hefteya Rûmetê pîroz kir
Komîsyona Mafên LGBTÎ+an ya Baroya Amedê Hefteya Rûmetê pîroz kir.
Komîsyonê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê qîmetbilindîya jîyana LGBTÎ+an daxuyanîyek belav kir ku tê da dibêjin "Jîyana LGBTÎ+an bi qedr û qîmet e."
Heqparêziya LGBTÎ+yan ji heqparêziya kes û komikên din ên qirofek ne xweser e. Heqparêziya kes û komikên qirofek ên mîna jinan, zarokan, girtiyan û wan kesên ku ji ber fikir û ramana xwe dûçarî cudaperestiyê tên. Bi hişmendiya "avakirina jiyaneke xweser û pirrengî bi qebûlkirina LGBTÎ+yan pêkan e" em didin zanîn ku emê heqê LGBTÎ+yan her biparêzin.
Herwiha em tînin bîra dewletê ku ji bo pêkanîna rêgeza wekheviyê rê li ber cudaxwazî û cudaperestiyê zayendî û meyla zayendî bigire.
Em bi van bîr û baweriyan Hefteya Rûmetê pîroz dikin

Hezîrana sala 1969an, li bajarokê Stonewallê yê Amerîkayê LGBTÎ+an serî hildabûn û dijî tundûtûjîya polîsan li ber xwe dabûn. Meha hezîranê bi mebesta piştevan û xuyabûna LGBTÎ+an wekî Meha Rûmetê tê binavkirin û di vê mehê da li seransêrê cîhanê gelek çalakî tên kirin.
Endamê Komîsyona Mafên LGBTÎ+an ya Baroya Amedê parêzer Okan Altekîn berê heyamekê derbarê Meha Rûmetê da ji bo Botan Timesê axivîbû û wî behsa gef û guvaşên li ser LGBTÎ+an kiribû.
Nefret ne tenê rêya avakirina nasnameya civat û kesan e, herwiha bi rêya êşê jîyana yên din jî tarûmar dike û dixwaze wan binpê bike.
Parêzer Okan Altekîn
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/lgbti-mesa-rumete-u-gotinen-siyasiyan-1.html