Bedlîs - Erdnîgarîya Kurdistanê III çap bû

Share
Bedlîs - Erdnîgarîya Kurdistanê III çap bû
A-MANSET-NIVISKARAN-3

Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyê kitêbeka nû çap kir.

Kitêba Abdurrahman Önen Bedlîs - Erdnîgarîya Kurdisanê III ji alîyê weşanxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyê ve hate çapkirin û belavkirin.

Abdurrahman Önen sê kitêb li ser erdnîgarîyê nivîsîne ku yek ji wan ferheng e. Wî derbarê erdnîgarîya kurdistanê da Agirî - Erdnîgarîya Kurdisanê û Wan - Erdnîgarîya Kurdisanê II nivîsîye. Herwiha Önenî kitêba Ferhenga Erdnîgarîyê jî nivîsîye.

Beşek ji nivîsara kitêbê

Erdnîgarî mijar û dîsîplîneke zanistî ya gelek berfireh û xwedî gelek şaxên cur bi cur e: Şiklên erdê (çem, çiya, deşt û hwd), av û hewa (îklîm), tevgerên volkanî, erdhej, aborî (çandinî, bazirganî, endustrî û hwd), dewlemendiyên sererd û binerd ji hin beşên wê ne. Lê di vê xebatê de mijarên sereke nav û belavbûna şiklên erdê û navê mezre, gund, navçe û wilayetan (parêzgeh) e. Ev nayê wê wateyê ku mijarên din qet nehatine lêkolînkirin û nivîsîn, bi qasî îmkan û derfetan gelek mijarên din jî di nav xebatê de hene.

Di vê xebata erdnîgarîya Bedlîsê de ev hene: 1- Navê mezre, gund û navçeyên Bedlîsê yê Tirkî û Kurdî. 2- Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd yên Bedlîsê. 3- Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Bedlîsê. 4- Wêneyên erdnîgarîya Bedlîsê.

Di arşîva min de li dor 4 hezar wêneyên Bedlîsê hene, min ji van wêneyan li dor 160 heban di vir de parve kirin. Min li ser wêneyên ku min kişandine navê xwe nenivîsand, lê çend wêneyên ku ne yên min in, min navê wênekêşan nivîsand.

Read more