Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Li Cizîra Botan"Evdilezîzê Texsîcî" bi bedlên xwe yên rengîn û enerjîya xwe ya bilind tê naskirin. Heke hûn nas nekin, kerem bikin ji vîdeoya Waar TVyê nas bikin.
Ebdilezîz Texsîcî bi cilûbergên xwe yên rengareng wekî Cizîra Botan dide, rojbaş 🙂☀🌾#waarkurmanci pic.twitter.com/QuNjnI6nzW
— Waar Media Kurmancî (@WaarKurmanci) October 31, 2024
Şêwaza monokrom a ku li ser rengekî tê çêkirin, him ji bo jinan, him ji bo mêran û him jî ji bo zarokan tê bikaranîn. Ev şêwaz di nav xelkê de her ku diçe bêhtir belav dibe û bala kesan dikişîne.
Berî ku hûn dest bi çêkirina kombînên monokrom bikin, divê hûn cilûbergên xwe li gorî rengan dabeş bikin. Bi vî awayî hûn ê hêsantir bikaribin cilên xwe bibînin û komînasyonan çêkin. Paşê li gorî cihê ku hûn dê biçinê, şêwaza xwe biafirînin.
Di jiyana rojane de şêwaza monokrom gelek hêsan tê bikaranîn. Pantolên kot ên ku bi tîşortên heman rengî re tên lixwekirin dibe destpêkeka baş. Li ser vê yekê hûn dikarin solên xwe û çenteyên xwe jî li gorî van rengan hilbijêrin. Bi vî awayî hûn ê di nava jiyana rojane de şêwazeka rêkûpêk û xweşik biafirînin.
Di dawet û şahîyan de şêwaza monokrom bala hemû kesan dikişîne. Jin dikarin kirasên yekreng, tulum, sol û çenteyên bi heman rengî bikar bînin. Xemil, şal û çaket jî dikarin bibin alîkar ku şêwaza we tekûztir bibe. Ev hemû parçe dikarin bibin sedema afirandina şêwazeka taybet.
Mêr jî dikarin şêwaza monokrom bi hostayî bikar bînin. Qutên yekreng û pantolên keten di nav vê şêwazê de cihekî taybet digirin. Her wiha fanêr, çaket û solên bi heman rengî jî dikarin bibin alîkar ku şêwaz bêhtir bê çêkirin.
Her dem di bîra xwe de bigirin ku şêwaza monokrom divê li gorî demsalan bê guhertin. Di havînê de rengên sivik, di zivistanê de rengên giran dikarin bên bikaranîn. Her wiha divê hûn li gorî cilên ku hûn jê hez dikin yên dî jî bikirin da ku komînasyonên we bêhtir dewlemend bibin.
Di dawîyê de, şêwaza monokrom ne tenê rengekî bikaranîn e, lê hunereka kombînasyonê ye. Bi bikaranîna van pêşnîyazan, hûn ê bikaribin şêwaza xwe ya taybet biafirînin û di nav civakê de bêhtir bên naskirin.
--
Wikipedia, Trendyol, Çetinkaya, Waar TV
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...