Çalakîya 'Gotûbêjên Sînemaya Guhêzbar: Nîgaşên Jinên Kurd' tê lidarxistin

Share
Çalakîya 'Gotûbêjên Sînemaya Guhêzbar: Nîgaşên Jinên Kurd' tê lidarxistin
Renkli Modern Doğa Fotoğraflı Fotoğraf Kolajı (Sunum (169))

Çalakîya 'Gotûbêjên Sînemeya Guhêzbar: Nîgaşên Jinên Kurd' li Farqînê tê lidarxistin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MEDDER) li ser hesaba xwe ya Xê ragihand ku ew dê çendîn kurtefîlm, belgefîlm fîlmên dirêj ên kurdî nîşan bidin.

Projeya nîşandana fîlman a Nîgaşên Jinên Kurd bi piştevanîya CultureCivicê tê birêvebirin. Herwiha MEDDERê diyar kirîye ku piştî nîşandana fîlman dê derbarê temsîlên di sînemayê da atolyeyek jî bê lidarxistin.

Nîşandana fîlman û atolyeya temsîlan taybet ji bo jinan e û bes jin dikarin beşdar bibin.

Çalakî dê 27ê Tîrmeha 2023yan, saet 15:00an li Farqîna Amedê pêk bê.

Read more