Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Li bajarê Sûweydayê yê Sûrîyeyê, komeka biçûk a çekdarên dûrzî naxwazin çekên xwe radestî rêveberîya nû ya welêt bikin. Çekdarên vê kêmanîya olî/dînî dibêjin ew bêtir bawer dikin ku xwe biparêzin.
Li bajarê Sûweydayê yê nêzî sînorê Urdunê, komeka çekdarên dûrzî bi reqseka kevneşopî soza xwe ji rêveberê xwe re nû dikin. Suweyde kelaya dûrzîyan e, yek ji kêmanîyên herî veşartî yê Rojhilata Navîn ku li sînorên Sûrîye, Libnan û Îsraîlê dijîn.
Çekîb Ezzam rêveberê herî bihêz ê Sûweydayê ye û nêzî 7 hezar çekdar di bin fermana wî de ne. Ew çekdarên ku soz dane wî bi germî pêşwazî dike û helwesta xwe bi zelal tîne ziman.
"Hemû hêzên me yekbûyî ne. Lê em bi awayekî qetî red dikin ku çekên xwe deynin. Em li qadê ne û em bi tirs û bêbawerîyê dizanin," Ezzam gotiye.
Piştî hilweşîna Beşar Esed, rêveberê rastîn ê Sûrîyeyê Ehmed Şera, ku bi navê xwe yê şer Ebû Mihemed El-Colanî tê naskirin, ragihandiye ku hemû komên çekdar ên li welêt dê bên belavkirin û bikevin nav artêşa neteweyî. Her wiha got ku hemû çek dê di bin kontrola dewletê de bin.
Lê li vê quncika başûr-rojavayê Sûrîyeyê, di vê serdema nedîyar de hê jî bêbawerî heye.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...