Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Di 28ê Çirîya paşiyê ya 2024ê de çekdarên muxalif ên bi serkêşîya Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ketin paytexta Sûriyeyê Şamê. Li gorî ajansa Reutersê û çavkanîyên leşkerî yên Sûriyeyê tê gotin ku Beşar Esed bi balafireka taybet ji balafirgeha Şamê ber bi cihekî nenas ve çûye.
Ev pêşketinên dawî piştî kontrolkirina bajarên Heleb, Hama û Humusê pêk hatin. Li gorî çavdêran, HTŞyê di nav du hefteyan de kontrola beşê herî mezin ê Sûriyeyê girtiye. Li Dêrazorê jî hêzên hikûmetê teslîm bûne û bajar ketiye destê muxalifan.
Çekdarên muxalif di televîzyona dewletê de daxuyanîyek belav kirin û gotin ku desthilatdarîya 54 salî ya malbata Esed bi dawî bûye û hemû girtî hatine berdan. Di vê daxuyanîya xwe ya yekem a televîzyonî de, wan bang li hemû çekdarên muxalif û welatiyan kir ku sazîyên "Dewleta Sûriyeya Azad" biparêzin.
Ji girtîgeha Seydnayayê ya ku bi îşkenceyên xwe navdar e, bi hezaran girtî hatine berdan. Li gorî dîmenên ku di medyayê de belav bûne, komên mirovan li kolanan dimeşin û diçin mala xwe. Li bajarê Mneenê, ku sê kîlometre li başûrê girtîgehê ye, xelk bi kêfxweşî pêşwazî li girtiyan dikin.
Li Meydana Umeyye ya Şamê bi hezaran kes kom bûne. Welatî li ser tankan hilkişiyane û dirûşmeyên dijî Esed dibêjin. Li hin deveran dengê teqînên kêfxweşîyê tê bihîstin û xelk bi erebeyan klaksonan lê dixin.
Umer Dahir, parêzerekî 29 salî ji Associated Pressê re gotiye: "Hestên min nayên vegotin. Bavê min ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hat kuştin û birayê min di girtîgehê de ye." Xezel El-Şerîf, welatîyeka dî dibêje: "Ev duaya her mirovê bindest bû û îro Xwedê bersiv da."
Serokwezîrê Sûriyeyê Muhemed El-Celalî ragihandiye ku ew bi serkêşê HTŞyê Ebû Muhemed Colanî re di nav danûstandinan de ye. El-Celalî di hevpeyvîna xwe ya bi El-Erebiyeyê re gotiye ku divê hilbijartinên azad bên lidarxistin da ku gel bikaribe serkêşên xwe hilbijêre.
Çavkanîyeka nêzî Hizbullaha Libnanê ji AFPyê re ragihandiye ku hêzên wan ji Şamê vekişiyane. Hin ji wan ber bi Lazkiyeyê ve û hinên dî ber bi Libnanê ve çûne.
Li gorî New York Timesê, Îranê jî dest bi vekişandina fermandarên xwe yên leşkerî û karmendên xwe yên dîplomatîk kiriye. Du firokeyên Îranê yên ku dixwestin biçin Şamê, piştî hişyarîya Îsraîlê vegeriyan.
Donald Trump di platforma Truth Social de gotiye ku Esed piştî ku piştgirîya Rûsyayê winda kiriye ji welêt reviyaye. Li gorî Trumpî, "Esed çû. Parastvanê wî, Rûsya û Pûtîn êdî naxwazin wî biparêzin."
Jake Sullivan, şêwirmendê ewlehîya neteweyî ya Amerîkayê, got ku piştgirên Esed - Îran, Rûsya û Hizbullah - ji ber şerên xwe yên dî qels û mijûl bûne û nikarîbûn alîkarîya wî bikin.
Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî ev bûyer wek "dîrokî" bi nav kir û got ku ev derfeta avakirina Sûriyeya nû ye.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew tevlî bûyerên Sûriyeyê nabe, lê ji bo parastina sivîlên xwe, hêzên xwe li herêma tamponê ya di bin çavdêrîya NYyê de bi cih kiriye.
Dr. Zahir Sehlûl, bijîşkekî Sûrî-Amerîkî dibêje: "Ev wek hilweşîna Dîwarê Berlînê ye." Şerê Sûriyeyê nêzî nîv milyon mirov kuştine û nîvê nifûsa welêt koçber kiriye. Bi milyonan Sûrîyeyî derbasî Urdin, Tirkiye, Iraq, Libnan û Ewropayê bûne.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...