Speaking Multiple Languages Keeps Your Brain Up to 13 Years Younger, New Study Shows
Speaking more than one language doesn’t just expand your worldview; it could quite literally turn back the clock on
Derbarê biryara celseya doza Parlementera berê ya Partîya Demokratîk a Gelan Selma Irmak da biryar hat dayîn. Selma Irmak ji ber gotinên xwe yên derbarê cenazeyê Ekin Wanê da, kuştina Abdülaziz Yural û Şehymus Dursun, cenazeyê Hacı Lokman Birlik û ji ber rûxandina goran ku sala 2015yan di bernameyeka televîzyonê da kiribûn wekî sebeb hatine dîtin.
Doz bi îddîayên 'Heqareta li Serokomarî' û 'biçûkxistina hikumetê ya rasterast' hatiye vekirin ku celseya wê li 9emîn Mehkemeya Cezayî ya Aslîyeyê hat dîtin.
Mafê destnedana Irmakê li ber çavan nehat girtin. Mehkemeyê, bi tewanbarkirina 'biçûkxistina hikumetê ya rasterast' salek û sê meh û bi îddîaya 'Heqaretkirina li Serokomarî' du sal û yanzdeh meh ceza dayê.
Çavkanî: Gazete duvar
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...