Kindness and Arrogance: Opposing Forces That Shape Human Relations
First, let us examine kindness, which is often perceived as a subtle strength. Kindness is the expression of empathy, understanding,
Di hevpeyvîneka Ruşen Çakirî ya li Medyascopeyê de akademîsyen Cuma Çîçek dîyar kiriye ku ji bo çareserîya pirsgirêka kurdî derfeteka dîrokî derketiye holê. Li gor Çîçekî, Tirkîye dikare bi vê derfetê hem pirsgirêka xwe ya hundirîn hem jî ya Sûrîyeyê çareser bike.
Çîçek destnîşan kiriye ku bidawîbûna pevçûnên 45 salan dê rê li ber demokratîkbûnê veke. Wî anîye ziman ku pêvajoya nû ya çareserîyê, dê pêşî li otorîterîzmê bigire û derfetên nû yên sîyasî derxe holê.
Akademîsyen dîyar kiriye ku CHP nikare li hember vê pêvajoyê tenê temaşevan be. Li gor Çîçek, CHP dikare bi rêya aştîya kurdî bernameyeka xurt pêşkêş bike û reqabeta xwe ya li hember AK Partî û MHP'yê bihêztir bike.
Li gor Çîçek, niho derfet heye ku pirsgirêkên kurdî yên li Tirkîye, Sûrîye û Iraqê bi hev re bên çareserkirin. Wî gotiye ku Tirkîye di vê mijarê de xwedî roleka dîyarker e û dikare bibe pira aştîyê.
Çîçek bal kişandiye ser wê yekê ku çareserî dê ne bi lez, lê bi demê re pêk were. Wî dîyar kiriye ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê divê hemû alî bi berpirsyarî tevbigerin û bi sebir bin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...