Piştî Sed Salekî Yadkirina Şêx Seîd Efendî: Qebra Wenda û Pirtûkxaneya Talankirî
Şêx Seîd Efendî (1865–1925), di dema dawî ya Dewleta Osmanî û salên damezrandina Komarê de jiya; ew yek ji
Dibêjin go şêx û axa fiqrê* milet xera kirine û malê wan dixwin û ev belengaz kirine. Di vê gotinê de ku dibêjin hinek rastî jî û nerastî jî heye. Heçî ku halê Kurdistanê qenc nas dikin, dizanin heçî hereketê ku di Kurdistanê de çêbûne; biçûk, mezin, qenc, xirab; dîsa bi destê şêx û axan çêbûne.
Xortê me ê minewer (rewşenbîr) ku hinekî dixwandin, xwe nebihîstî dikirin, diçûne wan bajarên mezin û dûr û xwe li kurditiyê ne dikirin xwedî.
Heke wan jî xwe tevlî şêx û axan bikirana û bi wan re xebitîbûna, fêdeyeke mezin wê jê hasil bibûna. Çima ku ew xwenda bûn, zana bûn... lê ne kirin.
Em ê bêne ser mesela rehmetî Şêx Seîd ku paşiya hemûyan çêbûye. Gelo çima serxwebûna Şêx Seîdê rehmetî neçû serî? Ji ber ku kurmanc bûbûne du bir. Birekî destê hikûmetê girtibû, birê pêre hindik bû. Çima go tirqo digote kurmancan: "Ev Şêx Seîd rabû, ji boyî pereyê îngilîz, ber hikûmeta îslamê asê bûye." Xelkê weke me nezan û nexwenda bawer dikir û bi destê xwe mala xwe xera dikir, çima go nezan û nexwenda bûn.
Ji rexê dî wextê ku eskerê kurda bi ser bajarê Kurdistanê de digirtin, gelo ew xortê me ê minewer û xwenda li ku bûn? Çima bi xelkê re ne dirabûn û ne dihatin, ji me re ne digotin: "Mesela me wilo ye, ev ji bo xilaskirina Kurdistanê û kurda ye."
Heke halo bûbûna û bigotana, em jî ne dihatin xapandin û me jî ji milet û welatê xwe re xizmet bikirana, çima go em kurd in, welat jî welatê me ye. Ev ê sûcê minewera ye.
Belê şêx û axa jî bi sûc in. Lê divê hûn ji bîr nekin ewê ku rabû şêx bû, mela bû, ewê ku pê re ji bo axa û pîsaxa bûn. Lê heyfa min tê ku yekî minewer pê re ne bû. Heke xortê me ê minewer û xwenda pê re hebûna, ji rexekî bi sînga xwe arîkarî bikirana û ji rexekî bi zimanê xwe jî ji xelkê re bigotana, fêdeyeke mezin wê jê hasil bibûwana. Çima go wê çaxê qeweta tirqo li tiştekî pir hindik bû di Kurdistanê de.
Êdî îro ne ew dem e ku em loma û gazina ji hev bikin. Lê gelî xortê me ê delal, pelê mayî ji ê bihurî bêhtir in. Halo zanîbin ku felata Kurdistanê bêyî şêx û axa nabê. Çima Kurdistan du bir in. Birek jê bi şêxê xwe ve girêdayî ye, bi sebeba diyanetê û emrê wan naşkênînin; û birê dî bi axayê xwe ve girêdayî ye. Ji ber ku ji roja ku hîmê Kurdistanê hatiye danîn, çavê xwe halo vekirine, halo dîtine.
Ji lewra divê go minewerê me van tişta zanîbin, ji bedêla ku eleyhdarkariya wan bikin, bi zanîna xwe arîkariya wan bikin û tevda bixebitin, çima go armanca wan û derdê wan yek e.
Lê belê kûsura şêxê me, axayê me jî heye.
Hinek ji wan dibêjin heçî xortê minewer û xwenda hene bêdîn in. Bi vê gotinê gelek neheq in. Bi xwendinê û bi mektebê kes bêdîn nabê. Ev tiştekî wilo ye ku tenê Xwedê pê zanê.
Zilamê xizmeta welatê xwe û miletê xwe bikê, her kî bibe ew mukedes e. Ji lewra divê her du alî jî eleyhdariya hev nekin û pev re bixebitin û rojeke berê xwe xilas bikin. Ev cem Xwedê jî cem evda jî wê meqbûl bin.
Ji xwe şûxl bi vî awayî diçê serî
Kovara Hawarê, Hejmar: 15, Rûper: 5
*Celadet Alî Bedir-Xan di vê jimarê de li şûne -k, -q û li şûna herfa -q -k nivîsîye. Wî paşê di alfabeya xwe de wek halê îro guhertiye
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...