Kurdistana Tirkiyeyê Ser-Hilda -The New York Times, 1925

Kurdistana Tirkiyeyê Ser-Hilda  -The New York Times, 1925

Boran Timesê bêyî guhertinan tê de bike, nûçeya The New York Timesê ya sala 1925ê hatiye weşandin ji Ingilîzî kiriye Kurmancî.

Meclîsa Enqereyê Rewşa Awarte Ragihand – Cendirme ber bi Çeperên Serhildêran çûn

CONSTANTINOPLE, 24ê Sibatê — Hikûmeta Tirkiyeyê ji nişka ve biryar da ku girîngiya serhildana kurdan a di bin serokatiya Şêx Seîd de qebûl bike. Serokwezîr Fethî Beg, duh daxuyaniyeke nivîskî şand Meclîsa Neteweyî ya Mezin û ragihand ku ji ber ku serhildana li herêma wîlayeta Arxanayê (Erxenî) li dijî hêzên nizamî yên dewletê derketiye, li wîlayetên Diyarbekir, Mamûretulazîz (Xarpêt) û Guncê (Gênç) belav bûye û nîşanên belavbûna berfirehtir nîşan dide, li çend wîlayetan ji bo mehekê rewşa awarte hatiye ragihandin.

Wezîrê Karên Navxweyî Cemîl Beg agahî da hikûmetê ku ew agahdar bûn ku ev serhildan ji bo dawiya meha Adarê dihat amadekirin, lê ji ber hewldana girtina du şopînerên Şêx Seîd, beriya wextê xwe dest pê kiriye.

Li gora agahiyên ku di rojnameyên cuda de hatine weşandin, yekîneyên cendirmeyan ên ku li dijî serhildayan hatibûn şandin, herêm neterikandin û çûn aliyê wan. Hat ragihandin ku kurê Siltan Evdilhemîd û hin kesên ku bi fermî qedexekirî ne, mîna Mistefa Paşayê Kurd, alîkariya serhildêran dikin. Niha tê gotin ku hejmara hêzên serhildanê gihîştiye 7.000 kesan.

Xuya ye ku Şêx Seîd ji bo avakirina Hikûmeteka Kurdistanê û diyarkirina Xelîfeyekî nû daxuyanî (manîfesto) weşandine. Ev serhildan wekî hişyariyekê ji bo Enqereyê tê dîtin ku wîlayetên rojhilatê yên dûr hêj di bin bandora rejîma komarê de nînin û rûniştvanên wan hê jî amade ne ku dîn û siyasetê tevlihev bikin.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.