Piştî Sed Salekî Yadkirina Şêx Seîd Efendî: Qebra Wenda û Pirtûkxaneya Talankirî
Şêx Seîd Efendî (1865–1925), di dema dawî ya Dewleta Osmanî û salên damezrandina Komarê de jiya; ew yek ji
Şêx Seîd Efendî (1865–1925), di dema dawî ya Dewleta Osmanî û salên damezrandina Komarê de jiya; ew yek ji pêşengên mezin ên rêbaza Nexşîbendî-Xalidî, ji rêberên civakî û siyasî yên Kurdan û serokê Hereketa 1925’an bû. Lê belê eger ew tenê wekî serokê Hereketa 1925an were pênasekirin, mîrasa wî ya pir alî dibe ku tenê li ser yek kêliyeke dîrokî were kêmkirin. Şêx Seîd Efendî, mîrasdarê kevneşopiya zanistî û tasawufî ya bi sedsalan pêşketî, damezrînerê torên medresên fireh û yek ji kesayetiyên herî bibandordar ên ku jiyana dînî, zanistî û civakî ya Kurdistanê rêberî dikir bû.
Kokên malbata wî ji Bademyar a nêzîkî Tebrîzê ber bi Urmiyê, ji wir jî ber bi Diyarbekir, Palû û Xinûsê ve diçe û xwediyê silsileya malbata seyîd û ji tariqata Nexşîbendî-Xalidî bû.
Ji sedsala XVI. ve Şêxên Bademyarî û Urmiyê li Kurdistanê çalak bûne, ne tenê kevneşopiyeke tasawufî ava kirine, lê bi avakirina medresan di hilberîna zanistî û rêberiya civakî de jî pêşengî kirine. Bapîrê Şêx Seîd efendî, Şêx Elî Septî Efendî jî yek ji temsîlkarên girîng ên vê kevneşopiyê bû û xelîfeyê Mevlana Xalidê Bexdadî bû.
Şêx Seîd Efendî ji temenê biçûk ve dest bi perwerdeya medresê kir. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê li ba bavê xwe Şêx Mehmûd Fewzî Efendî û apê xwe Şêx Hesen Efendî temam kir, di ilmên Îslamî yên klasîk de kûr bû û di temenê ciwan de icazet destxistibû. Ziyareta Hicazê jî yek ji xalên herî girîng ên jiyana zanistî ya wî bû. Li wir bi taybetî li ser ilmi hedîsê rawestiya û ji alimên pêşeng ên wê demê ders stend û icazetnameya hedîsê wergirt.
Di kevneşopiya Nexşîbendî-Xalidî ya ku Şêx Seîd Efendî tê de mezin bûbû de, veqetandineke ilm û tasawuf nedihatîn qebûlkirin. Di pergalên perwerdeyê yên Mevlana Xalidê Bexdadî de, tenê xwendina medresê an jî tenê meşîna rêya tasawufê têr nedikir. Kesên ku di her du waran de jî jêhatî nebûn, icazet nedigirtin. Li gorî vê têgihiştinê, diviya bû ku xelîfek hem di ilmên zahirî de hem jî di terbiya tasawufî de gihîştî be. Di çarçoveya ekola Şêx Elî Septî de, Şêx Seîd Efendî jî wekî temsîlkarekî vê kevneşopiyê, desthilatdariya ilm û rêberiya tasawufî di şexsê xwe de gihandibê hev.
Şêx Seîd Efendî, mîrasa zanistî ya ku ji bavê xwe wergirtibû hîn bêtir pêş xist û torên medresên fireh ava kir. Di van medresan de gelek muderris kar dikirin û bi sedan şagirt perwerde dibûn. Her wiha wekî yek ji dewlemendtirîn tacirên wê demê yên vilayetên Şarqê bû. Bi taybetî li Heleb û Şamê bi bazirganiya heywanan re mijûl dibû û bi pereyên ku bidest dixist, medresên xwe ji aliyê aborî ve serbixwe dikir. Wekî din jî bi navendên zanistî yên girîng ên Misir, Şam, Heleb, Bexdad, Hicaz û Semerkendê re têkiliyên nêzîk datanî. Di van geriyan xwe de berhemên destnivîs bi destxist û yek ji dewlemendtirîn pirtûkxaneyên şexsî yên ilmî yên wê demê ava kiribû.
Bi pêvajoya damezrandina Komarê re, veguherînên siyasî û civakî yên hatin kirin, bi taybetî li vilayetên Kurdan, bû sedema bêhêvîtiyeke kûr. Di 1924’an de rakirina xilafetê, girtinên tekke û medresan, tasfiyekirina saziyên dîî û lezkirina polîtîkayên navendîbûnê, ne tenê wekî reformên îdarî, lê wekî gavên ku nizama civakî ji bingeh ve diguherandin hatin dîtin. Wekî din, di salên “Mucadeleya Milî” de sozên otonomî û pêşerojeke siyasî ya hevpar ên ji Kurdan re hatibûn dayîn nehatin cih. Û hukumeta nû li ser nasname Tirkbûnê dewlet-neteweyiyek armanc kir. Polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li hemberî nasnameya Kurdî, bêhêvîtiya li herêmê hîn kûrtir kir. Wekî ku Şêx Seîd Efendî gotibû, bi rakirina xilafetê re “girêdana dawî ya di navbera Kurd û Tirkan de” jî qetiya bû. Ji ber vê yekê Hereketa 1925’an divê ne tenê wekî berhema hesasiyetên dînî an jî tenê wekî berhema neteweperestiya Kurdî, lê wekî şikestineke dîrokî ya ku daxwazên dînî, siyasî û civakî bi hev re têkel bûbûn were nirxandin.
Şêx Seîd Efendî bi desthilatdariya xwe ya ilmî, meşruiyeta tasawufî û torên medrese û xelîfeyên ku li ser erdnîgariyeke fireh a Kurdistanê belav bûbûn, bû serokê xwezayî yê hereketê. Hereketa ku li dora derdorên Nexşîbendî-Xalidî, eşîran û rêberên herêmî şekil girtibû, di demeke kurt de li devereke fireh belav bû. Lêbelê di çend mehan de hereket zeyif bû û Şêx Seîd Efendî û çil û şeş hevalên wî ji aliyê Dadgeha Îstiqlalê ve hatin mehkûmkirin û di 29’ê Hezîrana 1925’an de hatin bidarvekirin.
Lê çîroka Şêx Seîd Efendî bi bidarvekirina wî bi dawî nebû. Di sed sala borî de cihê qebrê wî qet nehate eşkerekirin; medresa wî û pirtûkxaneya wî ya bi qasî bîst hezar cildî hate talankirin; malbata wî sê caran hate sirgûnkirin. Ji ber vê yekê fêmkirina Şêx Seîd Efendî ne tenê tê wateya fêmkirina Hereketa 1925an. Ew di heman demê de fêmkirina ka mirin, bîr û zanîn çawa bûne mijarên destwerdanên siyasî ye jî dike.
Qebrê Wenda yê Sed Salî
Cihê defnkirina Şêx Seîd Efendî yê bi awayekî fermî qet nehate eşkerekirin. Tevî sed salî derbas bûbe jî, malbat û raya giştî hîna jî cihê qebrê wî nizanin. Ev rewş ne tenê nediyariyeke dîrokî ye. Berevajî vê, ew pratîka jêbirin nîşan dide.
Veşartina qebreke kesekî ne tenê tê wateya nenasîna cihê defnê. Ew di heman demê de tê wateya qetandina girêdana dawî ya bi mirî re, bêcihhiştina şînê û bin kontrolkirina hafizeya civakî. Bi vî awayî qebrê wenda yê Şêx Seîd Efendî ne tenê bûyereke berê ye. Ew di heman demê de hewla serdestiya dewletê ya li ser mirin, bîr û mekan e.
Nerîna nekropolîtîkayê [1] destnîşan dike ku dewleta modern ne tenê jiyanê, lê mirinê jî bi rê ve dibe. Serdesthilatî, ne tenê li ser ka mirov çawa bijîn, lê di heman demê de li ser ka piştî mirinê çi bi laşên wan were kirin, li ku werin defnkirin û çawa werin bibîranîn jî desthilatê dihewîne. Ji vê aliyê ve veşartina qebrê, pratîkeke serdesthilatiyê ye ku li derveyî dawiya biyolojîk a mirinê dirêj dibe.
Û şînkirin ne tenê hesteke kesayetî ye, di heman demê de mafeke civakî û siyasî ya hatî naskirin e [2]. Nebûna qebrê, şîna kesên li pey mane herdem paşde dixe. Veşartina qebrê ya Şêx Seîd Efendî ne tenê nedîtin kirina bedenekî ye; ew di heman demê de sînordarkirina şîn, bîr û bibîranîna giştî ye jî.
Lê belê qebrên wenda ne tenê bêdengiyê çêdikin; ew di heman demê de hafizeyên dijber jî xwedî dikin. Li Diyarbekirê li derdora Qada Şêx Seîd/Dagkapi çêbûyîna vegotinên herêmî û hafizeya kolektîf a li ser devera ku tê bawerkirin qebr lê ye [3], nîşan dide ku rabirdûya ku dîroka fermî hewl dide bêdeng bike, bi awayên cuda berdewam dike. Bi vî awayî qebrên wenda yên Şêx Seîd Efendî û hevalên wî, hem yek ji diyarîkirinên herî berbiçav ên îdîaya serdestiya dewletê ya li ser mirinê ne, hem jî bûne sembola xurt a berxwedana hafizeya civakî ye.
Pirtûkxaneya Talankirî
Piştî Şêx Seîd Efendî ne tenê bedena wî hate armanckirin. Mîrasa wî ya ilmî jî bi awayekî sîstematîk hate talankirin. Pirtûkxaneya wî ya şexsî ya bi qasî bîst hezar cildî ku li medresa wî ya li Xinûsê bû, hate talankirin. Li gorî şert û mercên wê demê, ev koleksiyon dikare ne tenê wekî yek ji pirtûkxaneyên herî girîng ên şexsî yên Kurdistanê, lê wekî yek ji yên herî girîng ên erdnîgariya Osmanî jî were hesibandin.
Ev pirtûkxane bi salan bi kedeke mezin hatibû avakirin. Şêx Seîd Efendî di geriyên xwe yên li navendên zanistî yên wekî Misir, Şam, Heleb, Hicaz û Semerkendê de, destnivîsên nadir ên bi erebî, farisî, osmanî û zimanên din dikir û dixist koleksiyona xwe. Ev koleksiyona ku ji berhemên di warên fikh, hedîs, tefsîr, kelam, mentiq, tasawuf û dîrokê de pêk dihat. Ew ne tenê cihekî ku pirtûk lê kom dibûn; ew di heman demê de yek ji hilgirên girîng ên hafizeya ilmî ya kevneşopiya medresên Kurdistanê ya bi sedsalan bû.
Di pirtûkxaneyê de ne tenê berhemên klasîk, lê berhemên ku Şêx Seîd Efendî bi xwe nivîsîbûn jî hebûn. Lê piştî 1925’an medrese û pirtûkxaneya wî hate talankirin; bi hezaran destnivîs û berhemên wî jî hate talankirin. Li gorî gotinên nêzîkên wî, tenê du berhemên destnivîs hatin rizgarkirin: Risaleya Pirtûkxaneyê [4] û Mecmûaya Fetwayan [5].
Rîsaleya Pirtûkxaneyê yek ji kevintirîn rîsaleyên naskirî ye ku behsa pirtûkxaneyek taybet li herêma Kurdistanê dike. Şêx Seîd Efendî di vê berhema xwe de bi destnivîsa xwe pirtûkên erebî, farisî, osmanî û bi zimanên din ên di pirtûkxaneya xwe de hebûn katalog kiriye û bi agahiyên bîbliyografîk derbarê wan de fihrista mîrasa xwe ya ilmî ava kiriye. Mecmûaya Fetwayan jî berhevokeke girîng a fetwayên li ser mijarên cuda ye.
Talankirina pirtûkxaneya Şêx Seîd Efendî ne tenê talankirina pirtûkan bû; ew di heman demê de wekî erîş û destwerdaneke sîstematîk a li hemberî hafizeya ilmî û çandî ya kevneşopiya medresên Kurdî jî dikare were xwendin. Îro her du berhemên destnivîsên mayî, şahidên bêdeng in ji bo bi hezaran pirtûkên windabûyî. Ew di heman demê de nîşanên dawîn ên cîhanek rewşenbîrî temsîl dikin ku bi awayekî sîstematîk hatiye wêrankirin.
Gotina Dawî
Gotûbêjên li ser Şêx Seîd Efendî pir caran tenê bi aliyên leşkerî û siyasî yên Hereketa 1925an re sînordar dimînin. Lê mîrasa wî bi roja bidarvekirina wî bi dawî nebû. Veşartina qebrê wî, sirgûnkirina malbata wî ya sê caran û talankirina pirtûkxaneya wî, hewldana dewletê ya ji bo sazkirina serdestiyeke demdirêj ne tenê li ser bedenên, lê di heman demê de li ser mirin, bîr û zanînê jî nîşan dide.
Sedsalek şûn da, tiştê ku dimîne ne tenê pirsên dîrokî yên bêbersiv in, lê di heman demê de qebrek û şînek nedîtî, mîrateyek rewşenbîrî ya ku hewl hat dayîn were tunekirin, û tevî vê yekê hafizeyeke civakî ya xurt a berdewam dike jî dijî. Ji ber vê yekê, bîranîna Şêx Seîd Efendî ne tenê bîranîna 1925-an e. Ew di heman demê de ji nû ve xuya kirina qebr û şînê nedîtî, pirtûkên tunekirî û bîranîna bêdengkirî ye; ew ji nû ve fikirîna li ser mirin, edalet û mîrata çandî ye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...