Nezera Hebîban

Nezera Hebîban
Şêx Seîd, Salih Begê Hênî, Wêne: Arşîva Dewletê, Restorasyon: Hişê Çêkirî

Ez îro; sala 2026an, meha Hezîranê, roja 29an...
Li ber qada Deriyê Çiyê sekinîm û ketim bi dû hêvî û xeyalên berî sed salan...
Min dît ku 47 ezîzên berdilan, her yek li ber darekî xopan sekinîbûn. Tu yekî serê xwe nenixistibû ber xwe; bi bawerî û şanaziyeke rewa li benda wesla yarê bûn. Yek bi yek diçûn ser darê û bi dilê aram xwe bera singa Yarê didan.
Min dît ku ji wan yek bigiranî hat ber darê sekini. Jê pirsîn ka xwesteka xwe ya dawîn bêje. Li halê wanê belengaz nêrî, gunehê xwe bi wan anî û bêminetî tenê pênûs û kaxizek xwest ji wan. Çend riste lê zêde kir, kaxiza deste xwe şûnda da wan û çû ser darê.
Gava ez bi wan risteyan hesiyam bi rastî lê heyirîm, matmayî mam. Singa min tije bû, hestên min serra çûn. Hêsir di her du çavên min de li ser hev kom bûn, dilê min bi kel ket. Toz û dûmanê da hev:


“Gerçi enzar-ı ehibbadan dahî dûr olmuşuz
Rahmet-i Mevlâ'ya yaklaşmakla mesrûr olmuşuz
Hak yolunda müflis û hâne-harab olduksa da
Bu harabatla biz mânâda mamûr olmuşuz.

Gerçî em ji ber çavên yâran dûr ketine,
lê bi nêzikbûna Rehmeta Mevlayê mesrûr bûne.
Di rêya Heq de, her çiqas muflis û xanî-xerab bûne jî,
di vê xerabatiyê de di rastiyê de mamûr bûne."


Rast e ku îro em ji dîtina hezkiriyan û ji nezera hebîban dûr in. Lê li aliyê din, me xwe bi rehma Xwedê girtiye. Mesrûr in ku ev halê me yê çar-naçar, me bêtir nêzî rehm û lutfa yâre dike.
Bi vê nêzbûnê em razî ne bê guman. Bextewar in ku ev halê me, her çiqas li ber çavan dijwar xuya ye jî, di hundirê xwe de kêfek û aramiyeke mezin dihewîne. Em vê kêfê bi hezar şahî û zewqa dinê nadin.
Rast e ku di vê rêya ku em tê de rewan bûne de gelek musîbet, xesaret û keraset bi serê me da hatiye; lê ev xerabat, xesarat û kerasat bi heqîqeta xwe ji bo me bax û bostan, hem gul û gulistan e.
Her çiqas mala me ji derve bi serê me da hilweşiyabe jî, lê bi rastî ne werge; belkî ji nû ve li ser xwe rabûye. Her goşeyek wê dibiriqe. Wek goşkekî ji bihuştê çav li me dişkîne. Di navbera me û wê de tenê gavek heye.


“Ehl-i Hakk'ız korkmayız idamdan berdardan
Çünkü teyîd-i İlâhî ile mensûr olmuşuz
Hâkim-i mübtil yedinden madrûbin olduksa da
Emr-i Hak'la Şer'-i Garrâ hakkını ifaya memûr olmuşuz.

Em ehlê Heqê ne, natirsin jî îdam û berdaran
Çimkî bi teyîd-î Îlahî em mensûr bûne
Her çiqas me derbek xwaribe jî, ji destê wî Hakimê mübtîl
Bi emrê Heq ji bo îfaya Şer'î xarra em memûr bûne"


Em ehlê Heqê ne; natirsin ji îdam û çûyina ber daran. Lewra me ew cesaret û wêrektiya xwe ji destê Heq hildaye. Tu kes nikare çavê me bi îdam, talan, zilm û eziyet, îşkence û zordariyê bitirsîne
Lewra Heq bi nesr û înayeta xwe me teyîd û pesend kiriye bi serkeftinê, bi serfiraziyê û bi xelasiyê; mensûr em bi xwe ne.
Fatih jî em in, mifteh jî em in, meftûh jî em in.
Her çiqas me derbek xwaribe jî ji destê wî hakimê ku selahiyet û hukma wî betal…
Bi emrê Heq bi cihbicihkirina şerîet û edaleta wî em memûr in, wezîfedar in.
Ew wezîfeya qedîm li ser milê me ye îro. Divê em wê teqez îfa bikin. Divê li ber zilm û zordariyê serê xwe tu carî netewînin. Divê li ber reşaya zordestiyê zûtir serî hildin û xwe berdin kuçe û kolanan.
Da ku bimire zordestî, rabe koletî û were azadî!


“Kul bizi zülmen mücazat etse de pervâ etmeyiz
Şüphemiz yoktur ki indallah'ta me'cûr olmuşuz
Salih'im, ehl-i salahım; dine can kıldım fedâ
Lütf-ı Hak'la teşnegan-ı âb-ı Kevser olmuşuz.

Her çiqas ebd me bi zilmkariyê ceza kiribe jî, perwa me tune.
Bê şik em li cem Xwedê me'cûr bûne.
Ez Salih im, ehlê salah im; min li ber dîn canê xwe kir feda.
Bi lutfa Heq, em ji ava Kewserê tî bûne."


Bi rastî ebdan li me bi neheqî kir, zilm kir û ceza da me. Lê xema me tune ye. Bê guman, xelata me ya eslî li cem Xwedê û li ber dilê milletê ye. Me berê xwe daye Xwedê û milleta xwe ya esîl. Em serbilind in ku me wezîfeya xwe bi cih anî. Em ne mehcûb in û ne jî şerm ji bo me heye.
Ez Salih im... Salih Begê Hênî...
Min canê xwe di rêya Xwedê de, ji bo azadkirin û rizgarkirina milleta xwe kir feda. Bi vê helwesta Heq, deriyê lutfê li min vebû.
Ji vê saetê û pê ve ez tî me. Çavê min li du hewza Kewserê ye. Qet xema naxwim ez. Zanim ku ez ê vexwim û binoşim ji wê tasa zêrîn ku tê de, ji bilî ava Kewserê, tu şerabek nîne.

Piştî sed û yek salan... Ez bavê Elî, Mihemedê ji mala Zilfê Elî, yâda wan yâran birêz û hurmet bibîr tînim.
Silav li ser Şêxê Kamil, Şêx Seîdê Pîran,
Silav li ser Salih Begê Hênî,
Silav li ser Seyyid Ebdulqadir,
Silav li ser Dr. Fuat,
Silav li ser Şêx Eyûbê Sêwregê,
Silav li ser Şêx Şerîfê Paloyî,
Silav li ser hemû şehîd û ezîzên qada Diyarbekirê…

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.