B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Hevserokê berê yê Enstituya Kurdî ya Stenbolê, Eyyub Subaşi, di rûniştina duyem a dadgehê de 6 sal û 3 meh ceza standiye. Ev biryar salekê piştî desteserkirina wî hatiye dayîn.
Enstituya Kurdî ya Stenbolê ev biryar wek "nehiqûqî" bi nav kiriye û diyar kiriye ku xebatên zimanê kurdî, aktîvîzma zimanê kurdî û mafparêzî nabe ku bibin mijara cezakirinê.
Enstituyê bang li raya giştî kiriye ku li hemberî van êrîş û cezayên "neheq" bêdeng nemînin. Li gorî daxuyaniya Enstituya Kurdî ya Stenbolê, armanca van pêkutiyan ew e ku xebatên zimanê kurdî werin krîmînalîzekirin û werin rawestandin.
Di dawiya daxuyaniyê de Enstitu dibêje: "Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Em ji rayedaran re dibêjin, dest ji zimanê kurdî û xebatkarên zimanê kurdî bikêşin û vî cezayê nerewa bi paş ve bikêşin!"
Salek berî niha hevserokê berê yê komeleya me mamoste Eyyub Subaşi bi awayekî nehiqûqî hatibû binçavkirin û îro dadgehê di danişîna duyem de bi awayekî nehiqûqî 6 sal û 3 meh ceza lê birî. Nabe ku xebatên zimanê kurdî, aktîvîzma zimanê kurdî û mafparêzî bibin mijara cezakirinê. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî van êrîş û cezayên neheq bêdeng nemînin. Tekane armanca van pêkutiyan ew e ku xebatên zimanê kurdî werin krîmînalîzekirin û werin rawestandin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Em ji rayedaran re dibêjin, dest ji zimanê kurdî û xebatkarên zimanê kurdî bikêşin û vî cezayê nerewa bi paş ve bikêşin!
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...