Çewlîgî de wextê arêdayîşê gozan o: Keda pîya ya dewijan
Yew dewa girêdayeya qezaya Dara Hênî ya Çewlîgî de bi ameyîşê payîzî arêdayîşê gozan dest pêkerd. Xebata ke saetanê sibayî
DEM Partîyê derbarê bêusulîya dengan da daxuyanîyek belav kir û bang kir ku ji 7 salîyan heta 70 salîyan hemî biçin ser sindoqan û li sindoq û îradeya xwe xwedî derkevin.
Em ligel muşahîd, peywîrdarên sindoqan, parlementer û rêvebirên xwe li ser sindoqan in. Berîya niha jî me tesbît kiribû û bo raya giştî aşkera kiribû ku îktîdarê plana dengên sexte kirîye. Îro jî hevalên me yên li ser sindoqan xelkê me yên dengdar ev degdarên sexte dîtine û belge kirine. Peywîrdarên me yên partîyê, çendîn peywîrdarên dewletê tespît kirine ku wan li çendîn sindoqan dengê xwe dane. Peywîrdarên me yên partîyê zabitname li ser vê yekê girtine û şikayeta wan kirine. Em nahêlin tu hîle çêbibin. Îktîdar her çi bike jî dê nekare bi ser keve. Îradeya gelê me û rijdîya wan dê hemî hîleyan pûç bike. Em bang dikin ku ji 7 salîyan heta 70 salîyan hemî biçin ser sindoqan û li sindoq û îradeya xwe xwedî derkevin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...