Derbarê êrişa dijî rojnameger Sînan Aygulî da çi tê zanîn?
Hema rûnin û bi çend deqîqeyan bifikirin. Diranê we diêşê û hûn diçin cem dirankêşan. Dirankêş diranê we dikêşine û ji bo hûn vegerin mala xwe ji avahîyê derdikevin. Her tişt piştî vê yekê diqewime...
Dema hûn tên ber derîyê avahîyê du kes ji nişkê ve ji piştê ve êrişê we dikin. Yek ji wan li derdorê dinêre, yê din dest bi lêdana we dike. Bênavber kulm tên û li ser rûyê we dikevin. Yek, du, sê dawîya kulman nayê. Ji ber tesîra anestezîyê, ku bijîşk li diranê we xistiye jixwe serê we gêj bûye. Bi kulmên ku li dû hev tên jî serê we li dîwarî dikeve. Bi zehmet hişê we tê serê we û hûn hewil didin xwe ji kulman xwe biparêzîn. Lê belê bê feyde ye...
Kesê êriş dike nêzî guhê we dibe û dibêje, "Eger tu careka din li ser serok binivîsî, em dê te bikujin."
Piştî vê gotinê hûn ancax fêhm dikin ku êriş ji ber çi hatîye serê we. Ji derdorê çend kes tên hawara we. Lê belê kesên tên hawarê jî bi çekan tên tehdîtkirin.
Ev tişta ku em li jor behsa wê dikin, ne ji filmeka aksîyonê ye.
Li Tirkîyeyê ji 17ê Hezîranê ve her kes derbarê eriş û tundîya dijî rojnameger Sînan Aygulî da diaxive.

Rojnameger Sînan Aygulê ku li Bedlîsê rojnamegerîyê dike, tê îddîakirin ku ji ber nivîsîna gendelîya li şaredarîyê ev tişt hatîye serê wî.
Êrişkar, yek xebatkarê şaredarîya Tatwanê Yucel Baysal e, yê din jî polîs Engîn Kaplan e ku hemwext parêzvanê şaredar e. Kaplan, di ber kemera wî da çek heye û gefan li welatîyan dixwe yên ku dixwazin êrişê rawestînin.
Walîtî: Polîs ji wezîfeya xwe hat dûrxistin
Piştî dîmenên bûyerê belav bûn, di rayê giştî da deng veda, Parezgarîya Bedlîsê jî da zanîn ku derbarê xebatkarê şaredarîyê û polîsî da lêpirsîneka îdarî û edlî hatîye destpêkirin.
Rojnameger Aygulî jî diyar kir ku polîsê alîkarîya êrişê kiriye parêzvanê şaredarê Tetwanê Emîn Geylanî ye.
Geylanî: Tu eleqeya min bi vê êrişê nîne!

Lê belê Geylanî bi daxuyanîya xwe ya li ser medyayî civakî, xwe parast û got ku tu eleqeya wî bi vê êrişê nîne.
Ez vê bûyerê careke din şermezar dikim.
Serokê Şaredarîya Tetwanê Emin Geylanî
Rojnamegerê ku gelek derbeyên kulman xwar, hestîyên çengê wî şikestine. Heta 15 rojan dê nikaribe xwarina normal bixwe. Niha li malê ye, lê divê tedawîya wî berdewam bike.
Me xwest em bi Sînan ra jî biaxivin lê ji ber rewşa wî tendûrîstîyê nebaş bû nekaribû bersiva pirsên me bide.
Parêzer: Êriş bi hewildana kuştinê çêbûye!

Polîsek û xebatkarê şaredarîyê yên ku tevlî bûyerê bûn jî hatin girtin.
Parêzerê Aygulî, Îsmet Eker ji Botan Timesê ra dibêje: "Ger di nava civakê da nerazîbûneka wiha mezin çênebûya, dê ew kes demildest nehatibûna girtin."
"Êriş bi hewldana kuştinê çêbûye û êrîşkar hewl dide ku Sînan bixeniqîne. Welatî li cihekî kor yê ku kamera nabîne êrişkaran asteng dikin. Erişkar dibêje, 'Ez ê te bikujim, ez ê stûyê te bişkînim'. Ji ber vê yekê, nîyeta rasterast a kuştinê li vir heye."
Parêzer Îsmet Eker
Rojnameger Balî: Êrişkar, hêz û qewetê ji polîtîkayên bêcezakirinê digirin

Rojnamegerên li herêmê kar dikin jî her bi fikar in. Rojnameger Şanol Balîyê ku bi salan e li herêma Serhedê bêtir rojnamegerîyê dike di wê fikrêda ye ku tundî asayî bûye.
Êrişkar, hêz û qewetê ji polîtîkayên bêcezakirinê digirin. Bûyera Sînan nîşanî me dide ku li vir tu kes di ewlehîyê da nîne. Rojekê dibe ku me jî li serê kolanekê bigirin û ji ber nûçeyên me êrişê me bikin. Ger li Tirkîyeyê zagon wan kesan ceza nekin, em dê tiştên bi vî awayî zêdetir bibînin.
Şenol Balî
Rêxistinên rojnamegerîyê: Em êrişa dijî Aygulî şermezar dikin
Rêxistinên rojnamegerên li Tirkîyeyê Dîsk Basin Îş, TGS, ÇGD, DSF êriş şermezar kirin û xwestin kesên berpirsîyar li pêşberî darazê hesabê bidin.
Êrişkar hatin girtin, lê bi girtina wan kesan tundîya dijî rojnamegeran wê bi dawî bibe gelo?
Li gor Nûnerê Tirkîyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderogluyî ev ne mumkun e.
RSF: Tundî asayî bûye
Bi rastî ev demek e em ji bo ewlekarîya rojnamegerên herêmê bi fikar bûn. Hazim Ozsu sala 2021ê li Bursayê û Gungor Arslan jî par li Kocaelîyê hatibû kuştin. Li Tetwanê
jî tundîya li ser rojnameger Sinan Aygul nîşan dide ku tundî çawa asayî bûye
Nûnerê RSFyê Erol Onderoglu
Di warê azadîya çapemeniyê da kerneya Tirkîyeyê gelek xirab e.
Li gor daneyên 2023yan ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, Tirkîye di Indeksa Azadîya Çapemenîyê ya Cîhanê da di nav 180 welatan da di rêza 165an da ye.