Sur'un 46 Yıllık Ayakkabı Boyacısı Ahmet Usta
Sur'un 46 Yıllık Ayakkabı Boyacısı Ahmet Usta: "Diyarbakırspor Memleketimdir, Amedspor Halkımın Takımıdır, Trabzonspor ise Gençlik Sevdam"
Medyaya kurdî ya ku di salên 90î de li dijî zext, fîşek, bombekirin û sansûra hişk a dewletê hebûna xwe bi berdêlên giran pênase dikir, îro bi krîzeke navxweyî re rûbirû ye: krîza pênaseya azadîya fikrî.
Nivîskar û hiqûqnas Firat Aydinkaya di nivîsa xwe ya sernavê “Kürt Medyası Özgürlükten Ne Anlıyor?” ku di bloga xwe ya Substackê (Hawarname) de weşandiye, behsa ragihandina kurdî dike. Aydinkaya balê dikişîne ser wê yekê ku ragihandina kurdî rûbirûyî pirsgirêka yekdengîyê bûye û dipirse ka çima medyaya me nikare ji xuyakirina wek "bultenên partiyan" derkeve û ji fikrên cihêreng û rexneyê re ne vekirî be.
Ji bo fêmkirina vê pirsgirêkê, Aydinkaya dîroka çapemeniya kurdî tîne bîra me. Ji bo derbaskirina sansûra Sultan Ebdulhemîd, birayên Bedirxaniyan rojnameya Kurdîstan di nav zehmetiyên mezin de digihand rewşenbîran. Lê belê astengiya beramberî wan otorîteyeke derve bû. Pirsa sereke ya ku îro derdikeve pêş ev e ku dema otorîte ne ya derve, lê ya navxweyî be, em ê çi bikin.
Rêbaza rast a xwerêvebirina medyayê di dîrokê de heye. Celadet Alî Bedirxan di kovara Hawarê de ji bo nivîskarên ku sedemên têkçûna serhildana Şêx Seîd nîqaş dikirin û tawanbaran digeriyan, qadeke vekirî ava kiribû. Celadet Hawar wekî kursîyekê/qadeka azad pênase kiribû û mercê wî tenê parastina pêvanên pênûsê û rêzê bû. Wî fikra xwe ya kesane nedixist ser destûra edîtoriyê. Lê îro, wekî ku Aydinkaya destnîşan dike:
"Saziyên me yên medyayê ne ku tenê ji standardên azadiya fikrî ya cîhanî, di heman demê de ji ast û standardên lîberal ên ku em wan kêm dibînin jî paşve mane."
Navenda krîzê di vir de ye ku azadîya çapemeniyê tenê nêzîkatiyeke li dijî zextên derve nîne, ew pênaseya hundirîn a saziyê bixwe ye. Heke edîtorek an rêveberê malperekê tenê nivîsên ku bi dilê wî ne an bi xeta wî re naguncin bixwîne û biweşîne, ew malper ne qada azadîyê ye, ew dikana şexsî ya rêveber bixwe ye.
Aydinkaya mînaka kovara Commentary ya salên 50î tîne ziman. Dema Hannah Arendt nivîseke bi nêrînên guherbar û nîqaşî şand, edîtoriyê ji bo parastina azadiya fikrî nivîs weşand û tenê di bin de notek danî ku diyar dikir ew tevlî van fikran nabin. Di vê çarçoveyê de divê em ji xwe bipirsin ka platformên kurdî çima ji nîqaşê û ji sarsîna xwênerên xwe evqas ditirsin.
"Gelo azadiya îfadê ne ew e ku mirovan tiştên ku dilê rêveberê malperê pê xweş nabe, tiştên ku dikarin girseyan bihejînin, yên ku zanîna alîgirên partiyan pûç dikin û biryardarên partiyan şok dikin bînin ziman û biweşînin?"
Rêveberiya ku rexneyê wekî xerakirina îmajê bibîne, me dike memûrên makîneya fotokopiyê. Çapemeniya kurdî an divê vegere li ser koka xwe ya prensîbî ku Celadet Beg xêz kiribû, an jî dê wekî kuratorê bultenên partiyan bimîne. Azadiya rastîn di wir de dest pê dike ku em bikaribin di qada giştî de dengên ku li dijî me ne jî bibihîzin, ne ku wan ber bi tenhayê ve bikişînin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...