Romana Dêrsimê
Receb Dildar Roman hene, di nav gulistana dil de, li derdora evînê digerin, dilan miz didin. Roman hene, leheng li
Receb Dildar
Roman hene, di nav gulistana dil de, li derdora evînê digerin, dilan miz didin. Roman hene, leheng li hemberî zilmê şûrê xwe dikişînin, di nav dil de xwînê dikelînin, kelecanê derdixin lûtkeya herî bilind, mirov bi mêrxasîya xwe dihesînin. Roman jî hene perdeya reştarî ji ser derewên dîktatoran radikin û mirov bi rastîya dîrokê dihesînin, bûyerên qewimîne wek aveke zelal li ber çavan diherikînin. Romana Metin Aktaş a bi navê “Kar Tanesi” ji van romanan yek e ku rastiya Dêrsimê ya sala 1937an li ber çavan radixe. Gav bi gav dagirkrina Dêrsimê, bêçaretîya gelê kurd, parçebûna feodal, xwezaya bêhempa, îxanetên ku bi xwîn û zêran xelat dibin û helbet mêrxasî, hemû mijara vê romanê ne.
Hewce nake ku ez Metin Aktaş bi we bidim nasîn. Ez bawer dikim, hûn hemû wî ji romana wî ya navdar “Nişanci” nas dikin. Çawa ku Metin Aktaş di romana “Nişanci” de, di nav atmosfera serhildana Şêx Seîd Efendî de, bûyerên qewimîbûn, bi vegotin û kelecaneke xweş tevna romanê honabû, di romana “Kar Tanesi” de jî di nav jîngeha Seyid Riza de, behsa Dêrsima sala 1937an dike. Civaka kurd dixwaze li ser axa xwe bijî, bi orf û edetên xwe îbadeta xwe bike, lê dagirker dixwazin Dêrsimê fetih bikin, bacê jê bigirin, ji bo artêşa xwe eskeran berhev bikin, bi kurtahî dixwazin wan ji xwe re bikin “qûl.” Metin Aktaş nivîskarekî ji Dêrsimê ye. Ji ber wê, tevna romana xwe li ser bûyerên rastîn honaye û bi awayekî balkêş xwe bera nav rehikên civata Dêrsimê daye. Ez bawer dikim bi vê romanê wê Dêrsim ji nû ve bi awayekî din têkeve rojeva kurdan.

Herçiqas sûretê Seyid Riza li ser berga romanê hebe û bûyer û qehremanên di romanê de, li derdora wî xuya bikin jî, her qehremanek bi serê xwe mijara romaneke serbixwe ye. Seyid Riza di navenda romanê de ye, lê bûyerên ku dîrokê diguherînin, bi destê lehengên din diqewimin. Ez ê li vir behsa çend lehengan bikim; lê ez ê bi kurtasî behsa wan bikim. Ji ber ku dixwazim xwendevan romanê bixwînin û xwe bera nav ruhîyeta lehengan bidin, xwe bera nav erdnîgarîya Dêrsimê bidin, bi kanî û rûbarên çîyayên Dêrsimê re biheriki. Dek û dolabên Romê careke din bibînin û dewleta kujer baş nas bikin û helbet kurmên dara xwe, qelsîyên civata xwe ji nû ve binirxînin.
Çawa ku Seyid Riza di navenda romanê de ye, jinek jî di navenda romanê de ye, lê bêdeng e, pasîf e. Pasîf e lê; hemû şer û cenga herêmê ya navxweyî li ser serê vê rebenê ye. Hemû sûcê wê xweşikbûna wê ye û hemû mêrên Dêrsimî yên ku dibêjin ez ez im evîndarê vê jinê ne. Xweşikbûna wê li ser zar û zimanan e. Seyid Riza li ber xweşikbûna wê di heyire û navê “Kar Tanesî” lê dike. Li herêmê sê axayên bi nav û deng ji bo wê di nav têkoşînekê de ne. Herî dawîn, kurê Seyid Riza “Bava” wê ji xwe re tîne, lê axayên din ji ber vê bûyerê dibin dijminê malbata Seyid Riza û belkî jî dibin sebeba têkçûna Dêrsimê.
Yek ji wan axayên ku “Kar Tanesi”yê dixwaze “Kopo”yê lawê kekê Seyid riza ye û ji ber vê sebebê xwe dispêre dewletê û wek “kellecî” bi dû serhildêran dikeve. Di xurtbûnê de, malbata “Kopo” jî ji ya Seyid Riza ne kêmtir e. Ev bûyer dibe derbeke mezin û li pişta Seyid Riza dikeve. Axayekî din yê xurt jî Riza Axa ye ku ew jî dîsa ji ber vê sebebê, dijminatîya malbata Seyid Riza dike. Dewlet her derfetê bi kar tîne û malbatên Dêrsimî yên xurt bera hev dide. Roj bi roj Dêrsîmîyan ji hev parçe dike û gav bi gav Dêrsimê dagir dike.
Helbet di romanê de Elî Şêr Efendî û Zarîfe Xanim jî hene, Dêrsim bê wan nabe. Gava li Rûsyayê Şoreşa Çirrîya Pêşîn a 1917an çêdibe û artêşa Rûs ji Erzîncanê vedikşe, Elîşer Efendî li Erzincanê Sovyeta Erzincanê pêk tîne. Lê dewleta Osmanî bi pişgirîya Seyid Riza, Elîşêr Efendî têk dibe û Sovyeta Erzincanê belav dike. Seyid Riza paşê ji ber vê bûyerê pir poşman dibe, lê derfet ji dest çûye. Dewlet her carê hinekan bikar tîne û êrîşî hinekên din dike. Di sala 1937an de Elîşêr Efendî di bin parastina Seyid Riza de, di şikeftên çiyayê Mûnzûrê de dimîne. Dem bi dem xwe digihînin hev û li ser rojên berê dipeyivin. Helbet bavê Beytar Nûrî jî bi wan re ye. Bi hev re rewşa sîyasî ya wê demê dinirxînin û ji bo Dêrsim ji wan re bimîne, ji bo bikaribin li ser axa xwe bijîn li çareyan digerin.
Di çîrokên kurdan de gelek mêrxasên wek Elîşêr Efendî hene ku di asta pîrozbahîyê de ne, gelek jinxasên wek Zarîfe Xanim hene ku çîyayan dihejînin lê em dîsa jî têk diçin. Lewra qasî mêrxas û jinxasan kurmên dara me jî hene. Kîrivekî Elîşêr Efendî heye, hevalê wî yê şer e, lê tê kuştin. Kurekî kîrivê wî sêwî dimîne. Seyid Riza di nav mala xwe de, wî mezin dike. Lê dewran niha qelibîye, ji bo serê Elîşêr Efendî dewlet tenekeyeke zêr dide. Lawikê Sêwî, kirîvê Elîşêr Efendî Zeynel, xwe digihîne Elîşêr Efendî û Zarîfe Xanimê, ji bo tenekeyeke zêr serê wan jê dike û xelata xwe digre.
Helbet xwezaya Dêrsimê, civaka Dêrsimê jî gelekî xweş hatîye vegotin. Vegotina çem û çîyayên erdnîgarîyê mirov diheyirîne. Jîyana civaka wan çîyayan cîhaneke din radixe ber çavan. Ev hêleke romanê ye. Di hêla din de jî roman behsa trajedî û komkujîyeke mezin dike ku bi sedsalan wê neyê jibîrkirin. Min bi xwe di heqê Dêrsimê de gelek tişt xwendibûn û bihîstibûn lê xwendina vê romanê dilê min careke din ji bin ve hejand.
Helbet rexneyên min jî li romanê hene. Min dixwest navê lehengên romanê, navên cî û warên roman tê de derbas dibe, wek orjînal bi kurdî bûna, bila orjînalîteya navan nehata guhertin, dikaribû di nav kevanê de bi tirkî jî bidaya. Navê “Kar Tanesi” divê bi zazakî bûya ku ji xwe Seyid Riza jî wî navî bi zazakî li wê jina bedew kiriye.
Roman ne bi kurdî ye, lê mijar kurd, erdnîgarîya kurd, civaka kurd û dîroka kurdan e. Zimanê romanê mijara gengeşîyeke din e. Lê kesên ku dixwazin rastiya Dêrsimê fam bikin, divê vê romanê bixwînin.
Kûnye: Kar Tanesi, Metin Aktaş, Weşanên Dara/ 2026
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...