Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ragihandiye ku ji sala 2020an heta niho li Tirkiyeyê 2,5 milyon ruhsatên çekan hatine dayîn. Wezîr Ali Yerlikaya dîyar kiriye ku ev ruhsat hem ji bo hilgirtin û hem jî ji bo xwedîbûna çekan hatine dayîn.
Li gor daneyên fermî yên Hezîrana 2024an, 626 hezar û 988 kes bi ruhsat çekdar in.
Ji van:
Parlamenterê CHPê yê Nîgdeyê Omer Fethî Gurer dîyar kiriye ku serlêdanên ji bo ruhsata çekan roj bi roj zêde dibin. Li gor Gurerî, bidestxistina çekan welê hêsanî bûye ku ev yek bûye sedema gelek bûyerên tundiyê.
Gurer bal kişandiye ser metirsîyên civakî û gotiye: "Di her qadê jiyanê de em rastî bikaranîna çekan tên. Ji qezayên trafîkê bigire heta dawet û şahîyan, heta di pîrozkirina leşkerîyê de jî çek tên bikaranîn. Divê tedbîrên pêşîlêgirtinê û astengker bêyî derengmayîn bên girtin."
Çavkanî:
Wezareta Karên Navxweyî, bianet, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...