Mektûba Guhdar G.: Zift Tarî
Sibe-zû ye, seat 5 e, 5ê derbas dike, bi xewneke ne baş ji xew şiyar bûme. Xewna ne baş;
Li gorî rapora DFGyê ya meha Mijdarê ya sala 2024ê, 21 rojnameger di nav mehekê de hatine desteser kirin. Ev hejmara herî bilind a mehên dawiyê ne.
Piştî tayînkirina qayûmên şaredariyan, çalakiyên protestoyê zêde bûne. Di van çalakiyan de polîsan êrîş biriye ser rojnamegeran. Li Êlihê bûroya Batman Sozê rastî êrîşê hatiye û muhabîrê wê Serhat Aslan hatiye desteser kirin.
Kesên bi maske hewl dane ku xebatkarê rojnameya Yeni Yaşamê Veysî Akoren birevînin. Waliyê Êlihê li şûna lêkolînê bike, rojnameger kiriye armanc.
Devlet Bahçelî di civînên xwe de gef li rojnamegeran xwariye. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya kameraya xebatkarê ANKAyê daye ber kulman.
18 saziyên rojnamegeriyê toreka hevkariyê ava kirine. Rojnamegerên ku ji girtîgehê derketine, bê navber dest bi karê xwe kirine.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...