Kindness and Arrogance: Opposing Forces That Shape Human Relations
First, let us examine kindness, which is often perceived as a subtle strength. Kindness is the expression of empathy, understanding,
Dadgeha Cezayê Giran a 5em a Diyarbekirê ji bo Dicle Müftüoğluyê biryara beraetê daye. Müftüoğlu bi "rêveberî û endamtîya rêxistinê" hatibû tawanbarkirin.
Dicle Müftüoğlu Hevseroka DFGê (Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Feratê) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê ye.
Wê li dadgehê got ku ew 15 sal in rojnamegerîyê dike. Ew ji bo dengê jinan, karkeran û ciwanan bilind bike dixebite. Û ew di dema dozê de 10 mehan di girtîgehê de maye.
Parêzer Resul Temur got ku divê beyanên her du şahidên veşartî jî neyên qebûlkirin. Paşê parêzeran beraat xwestiye.
Dadgehê got ku "unsurên zagonî yên sûcdarîyê pêk nehatine". Ji ber vê yekê biryara beraetê daye.
Di dozê de gelek rêxistinên navneteweyî û rêxistinên çapemenîyê wek çavdêr beşdar bûn. Di nav wan de HRW, PEN a Norwecê û MLSA hebûn.
Çavkanî: Bianet, MA, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...