Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, bi êrîşeka bi dronan a Tirkîyeyê du rojnamevan mirine. Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn di 19ê Kanûna pêşîyê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û Bajaroka Sirînê de hatine armanckirin.
Li gorî agahîyên ku ji Ajansa Mezopotamyayê hatine wergirtin, êrîş di saet 15:20an de pêk hatiye. Di êrîşê de şofêrê wasiteyê Ezîz Hec Bozan birîndar bûye.
Cîhan Bilgîn, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ya ku navenda wê li Hesekê ye, rojnamevanî dikir. Nazim Daştan jî wek rojnamevanekê serbixwe kar dikir û dawîyê ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) nûçe şandibûn.
Tirkîyeyê di 23ê Tebaxa 2024ê de jî li Başûrê Kurdistanê du rojnamevan bi dronan armanc kiribûn. Di wê êrîşê de Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara miribûn.
Nazim Daştan di 27ê Tebaxa 1992yê de li gundekê Dîyadîna Agirîyê ji dayik bûye. Piştî ku heta lîseyê li vê derê xwendiye, di 2011ê de ezmûna zanîngehê qezenc kiriye. Li Beşa Radyo, Sînema û Televîzyonê ya Fakûlteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Entabê xwendiye.
Di 2012yê de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegerîyê kiriye.
Di 2014ê de dema ku êrîşên DAÎŞê dest pê kirine, derbasî Rojava bûye. Li Efrîn û paşê li Kobanê şer şopandiye. Di heman salê de wêneyên leşkerên artêşa Tirkîyeyê û çekdarên DAÎŞê yên ku bi hev re dipeyivîn û dest didan hev, kişandine.
Di 2015ê de çûye Silopîya Şirnexê ya ku qedexeya derketina derve lê hatibû îlankirin. Bi nûçeyên xwe binpêkirinên li vê derê anîne rojevê.
Di 2016ê de li Entabê hatiye desteser kirin. Bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hatiye girtin. 5 meh girtî maye. Piştî ku hatiye berdan, careka dî vegerîyaye rojnamegerîyê. Pêşî çûye Sirûcê û paşê derbasî Kobanê bûye.
Bi wêneyeka malbateka birîndar a ku di bombardimana Efrînê de 21 sivîl tê de miribûn, xelata 26emîn a Rojnamegerîya Mûsa Anterî wergirtiye. Li ser bingeha vegotinên kesên ku ji qetlîama DAÎŞê ya li Şengalê rizgar bûne, belgefîlma kurt a bi navê "73" çêkiriye.
Dawîyê bûyerên piştî hilweşîna rejîma 61 salî ya Beesê dişopandin û digîhand cîhanê.
Cîhan Bilgîn di 27ê Çirîya pêşîyê ya 1995ê de li Midyada Mêrdînê ji dayik bûye. Di 2014ê de li medyaya kurdî dest bi karkirinê kiriye. Di heman salê de li Amedê dest bi belavkirina rojnameyên Azadîya Welat û Özgür Gundemê kiriye.
Di Kanûna pêşîyê ya 2017ê de derbasî Kobanê bûye. Li Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ya ku navenda wê li Hesekê ye, dest bi rojnamegerîyê kiriye. Ji wê demê heta niho li bakurê Sûrîyeyê gelek bûyer, di nav de şer û pevçûn jî, ji bo ANHAyê şopandine.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...