42 piştgir, 2042 xwendevan û 219 abone - #MeTuHeyî - Malî ava
Botan Tîmesê 18ê meha Gulanê dîsa dest bi weşanê kir. Me vê carê arşîva xwe ya ku ji 3000+ nivîs
CEOyê Twitterê Elon Musk ragihand ku ewê ji rêvebirina platormê vekişe.
Musk dîyar kir ku gava ew bêfehmekî bibîne ku dikare derbazî şûna wî bibe ewê karê xwe yê li Twitterê berde.
Wî di 18ê Berfanbarê de bi anketekê ji şopînerên xwe pirsîbû ku ka ew ji karî vekişe yan ne û gotibû ku ewê li gor encamê hereket bike.
Pirtir ji 17,5 mîlyon şopîner di anketê de bersîv dabûn û %57ê wan xwestibûn ku Musk ji Twitterê vekişe.
Hefteya borî, Musk hesabên hin rojnamegeran cemidandibû û li ser vê yekê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtîya Ewrupayê (YE) ew rexne kiribû.
NYê dîyar kiribû ku azadîya medyayê ne lîska zarokan e û YEê jî dabû zanîn ku ew dikarin dijî Twitterê toleyan ragihînin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...