Heke qanûna nû bê qebûlkirin dadgeh ê bikarin cezayê zindanê yê heta hetayê bide zarokên 15 salî jî
Partiya Edalet û Pêşketinê (Ak Partî) qanûnek pêşniyar kiriye ku bi qanûnê dadgeh dê bikaribin cezayê zindankirina-hetahetayê yê giran
Partiya Edalet û Pêşketinê (Ak Partî) qanûnek pêşniyar kiriye ku bi qanûnê dadgeh dê bikaribin cezayê zindankirina-hetahetayê yê giran bidin zarokên di navbera 15 û 18 salî de.
Li gor nûçeya bianetê, pêşniyara qanûnê guhertina xala 31ê ya Qanûna Cezayê ya Tirkan (TCK) armanc dike. Dadwer dê bikaribin kêmkirina cezayî ya ji bo zarokên 15-18 salî rakin. Ev rewş ji bo rûdanên kuştina bi qestî û birîndarkirina giran e. Dadwer dê li gorî şêwazê kirina sûcî û asta qesta zarokan biryarê bide. Di vê rewşê de dadgeh dê cezayê hetahetayê yê giran bide zarokan. Her weha ji bo zarokên di navbera 12 û 15 salî de jî kêmkirina cezayan dê kêmtir bibe.
Qanûna nû sînorê temenî yê dubarekirina sûcan jî diguhere. Ev sînor di qanûna niho de 18 ye. Pêşniyara qanûnê vî temenî dadixe 15 salîyê. Desthilatdar armanca vê guhertinê wek rêgirtina li ber bikaranîna zarokan ji alîyê rêxistinên sûcan ve nîşan didin.
Zarokên mehkûm dê rasterast neçin malên perwerdeyê yên zarokan. Zarok dê destpêkê herin girtîgehên girtî yên zarokan. Desteya girtîgehê dê raporteka li ser rewşa baş a zarokan amade bike. Zarok tenê piştî vê raportê dê bikarin derbasî mala perwerdeyê bibin. Di sûcên mîna kuştin, destdirêjî û bazirganiya madeyên hişbir de pergala hejmartina rojan jî diguhere. Berê roja zarokan ya li girtîgehê wek du rojan dihat hejmartin. Ev pergal bi vê qanûnê dê bi dawî bibe.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...