Mejiyê kesên du zimanan dizanin 6 salan ji kesên yek-ziman ciwantir e! - FENS

Mejiyê kesên du zimanan dizanin 6 salan ji kesên yek-ziman ciwantir e! - FENS
Afîşa FENSê ji malpera fermî.

Lêkolîneran dîyar kiriye ku axaftina bi zimanên dî pîrbûna mêjîyî hêdî dike. Dr. Lucia Amoruso ji Navenda Fêrbûn, Mêjî û Ziman ya Baskî ev lêkolîn di Foruma Federasyona Civatên Zanistên Mêjîyî yên Ewropayê de pêşkêş kiriye. Li gora daxuyanîyê fêrbûna zimanên zêde temenê mêjîyî biçûk dike.

Bandora zimanên dî li ser mêjîyî

Şaneyên(doku, tissue) mêjîyî ji bo pêwendîyê hewceyî hevdu ne. Pîrbûn pêwendîya şaneyan lawaz dike. Bîr û leza ramanê bi pîrbûnê re kêm dibin. Lêkolîna nû rêyeka cida nîşan dide. Mirovek çi qas zimanên nû fêr bibe mêjîyê wî ew qas ciwan xuya dike. Fêrbûna zimanekê dî yê di temenê biçûk de vê pîrbûnê hêdî dike. Ast û dema zanîna zimanî bandora erênî zêde dike.

Rêbaza nû ya pîvandina temenê mêjîyî

Zanyaran li herêma Baskî lêkolînek pêk anîye. Wan lêkolîna li ser navenda hişî bi hevkariya Enstîtuya Tenduristîya Mêjîyî ya Amerîkaya Latînî ya Zanîngeha Adolfo Ibañezê ya Şîleyê, Navenda Zanistên Mêjîyî ya Zanîngeha San Andresê ya Arjentînê û Enstîtuya Gerdûnî ya Tenduristîya Mêjîyî ya Zanîngeha Trinityê ya Îrlandayê re kiriye.

Pêşiyê wan li ser 728 kesan dest bi lêkolînê kiriye. Zanyaran saeteka pîrbûna mêjîyî çêkir û ji bo vê yekê teknolojiya qada magnetîkî bikar anî. Parzûnên hişê çêkirî ev dane kontrol kirin paşê hişê çêkirî asta pêwendîya mêjîyî ya asayî dîyar kirine.

Hejmara zimanî temenê mêjîyî diguhere

Tîmê li ser 144 kesan lêkolîn kiriye û pîvanek derêxistiye. Wan temenê kesan ê rastî û temenê mêjîyî wan daniye ber hev. Mêjîyê kesên xwedîyên du zimanan şeş salan ciwantir in. Mêjîyê kesên xwedî sê zimanan heft salan ciwantir in. Mêjîyê kesên xwedî çar zimanan 13 salan ciwantir in.

Paşeroja lêkolînên li ser nexweşîya Alzheimerê

Zanyar dixwazin vê lêkolînê li ser nexweşên Alzheimerê jî bikin. Ji bo van nexweşan berxwedana mêjîyî giring e. Profesora ji Zanîngeha Neteweyî ya Atînayê Christina Dallayê jî dîyar kiriye ku fêrbûna zimanî hişî zindî dihêle. Sazîyên perwerdeyê divê piştgirîya fêrbûna zimanî bikin.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.