Bi sed hezaran kes li bajarê Necefa Iraqê ji bo rêberê dînî yê Îranê Ayetulah Elî Xameneyî civîyane. Mirovên li vê derê ji bo wî girîyane û dia kirine. Xameneyî bandora Îranê li Iraqê û Rojhilata Navîn fireh kiribû.
Peyama sîyasî ya girîng
Rêberê dînî yê Îranê di şerê meha Sibatê de miribû. Hêzên Amerîka û Îsraîlê bi fûzeyan ew kuştibû. Berî vê derê bê kirin li Îranê pênc rojan merasîm hatine pêk anîn. Cenazeyê wî dê roja pênşemê vegere Îranê. Ew dê li bajarê Meşhedê binax bibe.
Welatê Iraqê merasîmeke fermî ji bo wî pêk anîye. Ev bûyer di dîrokê de kêm caran bûye. Ji her derê Iraqê mirov hatine bajarên Necef û Kerbelayê. Ev her du bajar ji bo şîeyan pîroz in. Ev merasîm peyameka sîyasî ya girîng jî dide.
Têkilîyên bi hêz
Embed from Getty ImagesAmerîka û Îsraîlê sê salan li dijî komên çekdar şer kir ku ev kom di dema Xameneyî de ava bûbûn. Îran li Iraqê piştgirîya gelek komên çekdar dike. Ev merasîm nîşana berdewamîya van têkilîyan e. Komên çekdar li herêmê hêj bi hêz in.
Embed from Getty Images