Salekê piştî çekên hatîn şewitandin

Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
Meydana Şêx Seîd, dema xelk li benda xwendina nameya Evdila Ocalan in, wêne: Murat Bayram
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew jî çû gerîlatîyê. Dema min ew li girtîgeheka Îranê dîtî devê wî bi têlekê dirûtî bû, kelepçe li destê wî hebû, pêyên wî di qeydê de bûn..."

Dema min Sibata 2025ê ji Halime Topuzê pirsî ka çima ew hatiye meydanê û li benda nameyê ye, bi vê çîrokê dest bi axiftina xwe kir.

Li rexa meydanê li binê darekê bû, kefîyeka spî li serê wê bû, destê xwe ber bi jor ve radikir û ji halê wê diyar bû dia dikin. Sûrên Diyarbekirê li pişt wê, siha darê li ser serê wê û berê wê li meydanê bû.

Li Meydana Şêx Seîd xelk kom dibûn, nameya Evdila Ocalan ê bihatiya xwendin û avakarê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dê ji rêxistinê re bigotiya "xwe fesih bike, çekan dane".

Rêxistinê demildest dest bi xebatên xwe-fesihkirinê kiribû û par roja wek îro (11ê Tîrmeha 2025ê) li ber heyetên sîyasî, yên mafên mirovan û medyayê li ciyayekê nêzîkî Dukana Silêmaniyeyê çekên xwe bi awayekê sembolîk danî û şewitand. Ew bi tenê komek bû lê nîşaneka wê yekê bû ku PKKyê bi awayê fizîkî jî dest bi pêvajoya xwe-feshkirinê kiribû.

Ji beriya ez bi kamerayê dest bi qeydê bikim min ji Topuzê pirsî ew çawa ev qasê aştî-xwaz e digel wê yekê ku hersê birayên wê û xezûrê wê di vê pêvajoyê de hatine kuştin lê ew tol-hildanê naxwaze wek gotina wê ew bi destmêj e û ji Xwedê diaya ji bo aştiyê dike.

Wê got:

Erê kurê min gelek hat serê me lê bila neyê serê kesên dî.

Ji beriya ku bibêje "çîroka min 6 rojan naqede. Ez naxwazim xemgîn bibim. Bence bes e." Di vîdeoya 3-4 deqîqeyî de çîroka xwe bi vî awayî kurt vebirî:

Ez ji bo nûçeyeka The New York Timesê hatibûm wezîfedarkirin. Ji min re gotibûn name dê li Stenbolê bê xwendin ew ê li wê derê nûçeyê binivîsin lê di heman demê de bi hoperlorên mezin dê li meydaneka Diyarbekirê jî jindî bê dîtin. Tu çavdêriyê bike û bi du-sê kesan re biaxive.

Îşê min hêsanî bû lê min xwe nedigirt û min hem foto hem vîdeo digirtin. Ez da reaksîyona xelkê bibînim çûbûm tam li quncika dikê rûniştibûm. Her kesê berê xwe dabû dikê bin jî berê xwe da wan.

Embed from Getty Images

Piştî name Kurdî hat xwendin, min 8 kes jimartin ku dest bi girîyî kirin. Dema ya Tirkî hat xwendin jimara mirovên hêsir dibarandin zêde bû û ji nişkê ve xelkê meydan terk kirin.

Min ji edîtora xwe re nivîsî "xelkê dest bi girîyî kir û gelek bilez ji meydanê diçin." Got: "Çima digirîn ji xemê an keyfan..."

Min xwe zû ji meydanê avêt erdê. Rasterast çûm nik "Dayikên Aştiyê" ti kesê bersiva min neda. Min çend saniyeyekê Halime Topuz dît û winda bû. Jinekê xwe bi min re aciz kir û got "nepirse xelk xemgîn in yê dilê te hêlin!"

Bi giştî qinaeta xelkê ew bû ku erê dema çekan nemaye û rêya sîyasetê divê bê vekirin lê valayîyek hebû. Herî kêm sê kesan got divîya çekdanîn ne bi tenê ji bo sekinîna şerî bûya divîya tiştek, heqek ji Kurdan re bihatiya dayin.

Ya rastî ez bi xwe jî yek ji wan kesan bûm ku min digot biryara çekdanînê dê bê dayin lê herî kêm mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî dê bê dayin. Bi ihtimalek kêm jî çêdibû Kurd li qanûnan jî bihatiya naskirin.

Embed from Getty Images

Valeyî û nezelalî

Piştî çekdanînê bêdengiyek heye. Wek nûçegihana BBCyê Hatice Kamer dibêje "valeyî û nezelalîyek heye." Dema em li nav xelkê digerin ez jî dibînim ku xelk nikarin "pêvajoyê" bi nav bikin. Bawerîya li dewletê zeîf e. Û bawer nakin ku bi rastî PKKyê çek jî daniye/didane.

Hatice Kamer diyar dike ku PKK ne yekem rêxistina Kurdan a çekdar e ku ji bo maf û daxwazan çek bi kar anîne.

"Herî kêm sed sal in Kurd dema mafekê ji dewletê dixwazi çek rakirine û xwestine. Ev êdî bûye çandek û şêweyekê fikirînê. Kurd bi giştî ne şer-xwaz in lê di cografyayekê de dijîn ku maf bi çekan tê xwestin.
Helbet Kurd jî dixwazin bêne naskirin û kêşeyên wan ên hebûnê nebe. Mesela çima ciwaneka Kurd li şûna çekê rake çenteyekê xwe yê gerê bide pişta xwe. Bajar bajar û kolan kolan li welatan bigere. Ez li Ewropayê jiyana xelkê û gêncên wan dibînim. Ma ne heqê gêncên me ye jî êdî kêşeyên wan ên hebûnê nebe kêşeyên siviktir ên heyatê ji xwe bes in..."

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.