Erdogan: Min piştî maça fînalê Macron teseli kir

Erdogan: Min piştî maça fînalê Macron teseli kir
IMG_0799B68AA7BF-1

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Erziromê ser maça fînalê ya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2022yan axifî.

Erdogan li ser pirsan dîyar kir ku piştî Arjantîn di fînalê de bi ser ketiye ew çûye ba Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û ew teselî kiriye.

‘’Arjantîn di penaltîyan de muhteşem bû, bes Messi tevî wî temenê xwe..’’ Erdogan got.

Wî bal kişand ser performansa Mbappe yê Fransî yê 23 salî û dîyar kir ew ji niha ve siberojê tehdît dike.

Li ser pirseke derbarê qiyaskirina Christiano Ronaldo û Lionel Messi, Erdogan got ku di Kupaya Cîhanê de bi taktîkên şaş li Ronaldo neheqî kirine.

Erdogan îdia kir ku Ronaldo diçe Erebistana Saudi û got ku ew li doza Filîstinê jî xwedî derdikeve.

Tê zanîn ku Erdogan terefdarê Fenerbahçeyê ye. Wî di gêncîya xwe li taqimên wek Camialtispor û Erokspor futbol lîstiye.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.