Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Berpirsên payebilind ên artêşa Îsraîlê di 21ê çirîya paşiyê ya 2024ê de ragihandine ku Hemas wek desthilat li Xezeyê hê jî bi hêz e û ihtîmala rûxandina wê kêm e.
Li gor berpirsên leşkerî, piranîya xelkê Xezeyê di 14 mehên şerî de eskerên Îsraîlê nedîtine. Ji ber ku ti alternatîfeka Hemasê tune ye, rêxistin hê jî wek hikûmet tê qebûlkirin.
Hemas, li gorî çavkanîyan, dest bi dayîna meaşan kiriye û ji nû ve nexweşxaneya Rentîsî li bakurê Xezeyê vekiriye. Herwiha rêxistin kontrola bihayan li bazaran dike û di belavkirina alîkarîyan de rol dilîze.
Berpirsên leşkerî dibêjin ku hebûna dîlên Îsraîlî li Xezeyê astengeka mezin e ji bo têkbirina Hemasê. Ev rewş rê li ber êrîşên bêsînor digire û dibe sedema ku Hemas xwe ji nû ve ava bike.
Çavkanî: Botan Times , Middle East Eye
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...