Festîvala Şanoyê ya Amedê Dest Pê Kir

Share
Festîvala Şanoyê ya Amedê Dest Pê Kir
Palma Dansdownload

Festîvala Şanoyê ya Amedê ya 10emîn ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşma "Çiraya Me Geş Dibe" li Navenda Çand û Kongre ya Amedê dest pê kiriye. Hevşaredar Doğan Hatun gotiye ku li bajêr ji hezaran salan ve pirzimanî heye.

"Çiraya Me Geş Dibe"

Şanoya Bajarê Şaredarîya Amedê festîval lidar xist. Di resepsîyonê de Hevşaredar Doğan Hatun, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Önkol, Seroka Daîreya Karên Çandî û Civakî Zeynep Yaş beşdar bûn. Nûnerên rêxistinan, hunermend û gelek şanohez jî amade bûn.

Di axaftina vekirinê de lîstikvan Ömer Şahin û Perinaz Delazy bi Kurdî û Tirkî axifîn. Wan got ku şano ne tenê afirandineka kolektîf e, lê berxwedaneka kolektîf e jî.

Hatun: Ji hezaran salan ve li bajêr pirzimanî heye

Hevşaredar Hatun got ku huner rêya ji tarîyê ber bi ronahîyê ve ye. Hatun got: "Ji hezaran salan ve li bajêr pirzimanî heye. Hunera pirzimanî û pirçandî her dem li Amedê dê hebe. Ev çalakî bi Kurdî, Tirkî û Ermenî hatine lidarxistin. Ev nîşana ku hemû gel dikarin bi hev re bijîn e."

Piştî axaftina Hatun, sînevîzyon li ser Bavê Teyyar hate nîşandan. Lîstikvanê Kurd di meha Kanûna paşiyê de di êrîşekê de miriye. Paşê navê lîstikvan Mehmet Emin Yalçınkaya li ser şanoyekê hate danîn. Yalçınkaya di sala 2018an de miriye.

Festîval dê di navbera 25ê Nîsanê û 4ê Gulanê de 9 rojan berdewam bike. Tê de lîstikên Kurdî, Tirkî û Ermenî û atolyeyên kar dê hebin.

Performansa dansê: "PALMA"

Li dawîya merasîmê performansa dansê "PALMA" hate pêşkêş kirin. Ev proje cara yekem di meha Çirîya paşiyê de li Aksanatê hatibû nîşandan. "PALMA" dansa gerdûnî û çîrokên dîtbarî bi hev re tîne.

Koreografî ji alîyê Serhat Kural ve hatiye çêkirin. Muzîk ji alîyê Onur Seçki û repetîtorî ji alîyê Oğuz Turgutgenç ve hatiye kirin. Dansker Ay Çakır, Ceren Sezgi Çopur, Duru Yılmaz, Derin Ağma, Gizem Yalman, İpek Özgen, Nazlı Deniz Mercan û Rayna Keleş in. Sêwirandina ronahîyê Utku Kara û sêwirandina cilûbergan Ece Özlem Yeşilbaş kiriye.

Festîval dê di navbera 25ê Nîsanê û 4ê Gulanê de 9 rojan berdewam bike. Tê de lîstikên Kurdî, Tirkî û Ermenî û atolyeyên kar dê hebin.

Çavkanî: Botan Times, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 25/04/2025

Wêne: Murat Bayram

Read more