Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Tê gotin ku serok û berpirsê cemaeta Gulenê Fetullah Gulen mirîye.
Li gorî nûçeya Rûdawê xebera mirina wî ji aliyê malpera Herkulê ve hatîye ragihandin ku ev malper bi nêzîkatîya wî tê zanîn.
Malpera Herkulê li ser hesabê xwe yê Xê derberê Fethullah Gulen da peyamek belav kir.
Li gorî peyamê, şeva borî tenduristîya Fethullah Gulen ne baş bûye û li nexweşxaneyê mirîye.
Di peyamê da wiha hat gotin: "Hêja Fethullah Gulen ku di her kêlîyeke temenê xwe de xizmeta Îslamê û mirovatîyê kirîye 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an demjimêr 21:20î mirîye.
Ew 21ê Adara 1999an bi îddîaya nexweşîya xwe çûye Amerîkayê û heta niha jî li wê derê ye ku Tirkîyeyê gelek caran ji Amerîkayê dixwest, gulen teslîmî wan bikin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...