Şêxmûs Sefer: Mesele bo kurdan ev e: Amedspor çiqas wekî ‘xwe’ dimîne
Tîma keskesor, Amedspor di sezona 2025/2026an a Lîga Yekem a TFFê de bû şampiyon û derket Lîga Superê ya
Mêrdîn bajarê ziman, çand û senfonîya miletên cuda, vê carê bû bajarê piştguhkirin û tunekirina ziman, çand û miletên cuda. Ev bajar, hezar sal in hebûna xwe ya pirzimanî û piralî diparêze lê vê carê, bi destê şaredarîyê, li ser înkarê fuarek hate amadekirin ku derîyên xwe bo zimanê eslî û qedîm yê bajarî, bo kurdî girt.
Şaredarîya Mêrdînê derîyên fuarekê vekirin, lêbelê di vê fuarê de cih neda weşanxaneyên kurdî, yanî nexwest dengê eslî û xwemalî yê vêaxê di bin wan kemberên dîrokî de olan bide. Ev kiryar ne tenê kêmasîya cih nedana weşanxaneyên kurdî ye, di heman demê de hewildana bêdengkirina mîrateyeke çandî ya hezarsalî ye.
Lêbelê, felsefeya çand û edebîyata kurdî, her dem li ser hîmên afirandina alternatîfan û berxwedanê ava bûye. Gava hişmendîya desthilat û înkarê der û kanîyên xwe li ser kurdî digire, kurdî wekî kanîbiharkan her dem li cihekî din û bi rêyeke din der dibe. Li hemberî vê helwesta dûrxistinê, Baroya Mêrdînê û Yewkurdê destê xwe da rûmet û keda kitêba kurdî û derîyên fuareke alternatîf vekirin. Ev sekn û pêngav ji çalakîyeke çandî wêdetir nerazîbûneke hiqûqî, hebûn, exlaqî û wijdanî ya li dijî asimîlasyon û sansurê bû. Vê fuara alternatîf nîşan da ku kurdî-kitêb, bêyî pal û pişteke hêzên navendî û desthilatê jî dikare li ser pêyan bimîne û xwînerên xwe hembêz bike. Naverok û rûpelên ku xwestin wan li derve bihêlin, li qada alternatîf bûn tîrêjên ronahîyê. Ked, dildarî û her tîpa ku bi herfên kurdî hatîye hûnandin, li Mêrdînê careke din rûmeta xwe parast.
Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.
Bûltena belaş bistîneTu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...