Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Balafireka Azerbaycanê roja Noelê li Qazaxistanê ketîye. 38 kes di qezayê de mirine. Rûsya û Qazaxistan texmînên der barê sedemên qezayê de red dikin.
Endriy Kovalenko, rayedarê Ukraynayê îdîa kirîye ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê balafir xistîye. Li gorî wî, di vîdeoya hundirê balafirê de çaketên xilaskirinê yên qulkirî xuya dikin.
Balafir ji Bakûyê ber bi Groznîyê ve diçû. Lê li nêzî Aktawê ya Qazaxistanê ketîye. 29 kes di qezayê de sax mane.
Flightradar24ê diyar kirîye ku balafirê berî ketinê "GPS jamming"eka xurt dîtîye. Ev yek bûye sedema şandina daneyan xelet.
Kanala Telegrafa Fighterbomber dîmenên qulên li ser balafirê belav kirine. Kapîtanê artêşa Rûsyayê yê ku vê kanalê bi rê ve dibe, dibêje ev qul ji ber teqîneka bi parçeyan çêbûne. Li gorî wî, ne mumkin e ku ev qul ji ber lêketina çûkan çêbûbin.
Serokê Senatoya Qazaxistanê Aşimbayev Maulen gotîye ku sedemên qezayê hê ne dîyar in. Wî got ku tu ji van welatan agahîyan naveşêrin.
Qutîya reş a balafirê hatîye dîtin. Ji 29 kesên birîndar 11 kes di lênihêrîna giran de ne.
Rûsyayê 9 welatîyên xwe yên sax mayî veguheztine Moskovayê. Di nav wan de zarokek jî heye.
Çavkanî: Botan Times The Guardian
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...