Çewlîgî de wextê arêdayîşê gozan o: Keda pîya ya dewijan
Yew dewa girêdayeya qezaya Dara Hênî ya Çewlîgî de bi ameyîşê payîzî arêdayîşê gozan dest pêkerd. Xebata ke saetanê sibayî
Aktîvîsta kêşûhewayê Greta Thungberg dê 24ê Tîrmehê bi hinceta "bêxemîya li hember polîsan" derkeve dadgehê.
Li gorî nuçeya BBCyê Aktîvîst Thunbergê 20 salî, meha borî li Swedê li gel komek çalakvanan tankerên petrolê asteng kiribû. Hêzên ewlehîyê diyar kirine ku wan ji çalakvanan xwestine ku rê vekin, lê belê ew daxwaza wan nehatîye cih.
Thungbergê dema ku beşdarî vê çalakîyê bûbû, li ser rûpela xwe ya Instagramê wiha nivîsîbû:
Krîza kêşûhewayê jixwe ji bo gelek kesan mesaleya man û nemayê ye. Em piştevanîya vê yekê nakin û em ê bi awayekî fîzîkî sotemeniyên neftî rawestînin.
Heke Thunberg wekî sûcdar bê ditîn, dê heta 6 mehan cezayê zindanê yan jî cezayê pereyan lê bê birrîn.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...