Heciyê Cindî ji ber nameya ji bo Celadet şandî bi sîxurîyê hatibû sûcdarkirin
"heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit" Celadet Alî Bedirxan Celadet Alî Bedir-Xan (1893-
"heta mirov xwe nas dikit
mirov emrê xwe xelas dikit"
Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedir-Xan (1893-1951) ji bo "xwe-nasîn"ê zanîn dida pêş, yanî mirov bi hînbûn û fikirînê dikaribû xwe nas bikira. Ji Yûnana qedîm û berê wê jî pirsa xwenasînê hebû. Lê helbet mebesta Celadet Alî Bedirxan du payî ji bo miletê wî bû.
Heciyê Cindî di bihara 1938an da tevî Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mirazî û çend şexsiyetên din tên girtin. Di zemanê Soviyeta rejîma Stalîn da gelek zilm û zelalet hatin serê Kurdan. Tevî ku derfetên baş ji bo ziman û edebiyata kurdî hatibûn sazkirin.
Heciyê Cindî tevî çend kesên pêşeng, bi hez û hewes ji bo zimanê miletê xwe karên zêrîn dikirin, hemû keda xwe dabû wê oxirê. Heciyê Cindî der barê rewşa Kurdên li Soviyetê, ziman û xwendina wan da ji Celadet Alî Bedir-Xan ra name şandibû. Ev mijar jî wekî casûsî û dijşoreşvanî hesab dikirin li mehkemeyê.

Ferîda Hecî Cewarî, di berhema xwe ya bi navê "Heciyê Cindî Jiyan û Kar" da bîranîn, kar û jiyana Heciyê Cindî nivîsiye. Di 7ê Reşemiya sala 1937an lêpirsîna saziya dewletê pirseke wiha li Heciyê Cindî dikin: "Rêçgerî haj pê heye, wekî hûn bi sîxurê rêçgeriya Angliyayê yê li Şamê, Celadet Bedirxan ra berk girêdayî bûne, we her tim zanyariyên sîxuriyê der heqa Yekîtiya Sovyetê da ji wî ra şandine." Bersiva Cindî wiha bû: "Min name ji redaktorê kovara Hawarê, Bedirxan ra dişand. Min weke deh pirtûkên dersan û rêzimana Kurdî ji wî ra şandine. Ez tu wextan sîxûr nîn bûme." Heciyê Cindî der barê xebatên li ser kurdî, rewşa saziyên kulturî, berhevkariya folklora kurdî li Konferansa Nivîskarên Soviyetê jî behs kiribû di sala 1934an da.
Celadet Alî Bedirxan ê ku rukn û esasê nivîsa kurdî-kurmancî danî, helbet haya wî û ya Heciyê Cindî wê ji hev hebûya.
Apê Celadet, Yûsif Kamil Bedirxan ku di sala 1934an wefat kir, wê demê li Tîflîsê bû û gelek karên ji bo pêşvebirina ziman û kultura kurdî kiribû. Ahmedê Mirazî di bîranînên xwe da behsa Yûsif Kamil Bedirxan ê neteweperwer, sazkar û dersdarê zimên dike. Heciyê Cindî jî li gel Yûsif Kamil Bedirxan karên dersdariyê û yên kitêbên dibistanên kurdî kiriye. Gelo pêwendiya Celadet Alî Bedirxan bi Yûsif Kamil Bedirxan ra hebû yan name ji hev ra şandibûn, ev pirsana berê me bidin lêkolînên bi qîmet yên mamosta Seîd Veroj, M. Malmîsanij û yên din.
Celadet Alî Bedirxan dema Şerê Cîhanê yê Yekem wekî zabitê bi rutbe tev li artêşa Osmanî çûbû cepheya Kafyasyayê jî û hay ji rewşa wê demê hebû. Di bîra min da maye ku di dema şer da diçe bajarê Bakûyê, gelo rêya Celadet bi bajarê Qersê û Rewanê jî ket, ji ew bajarên ku Heciyê Cindî û neslekî Kurdên Soviyetê ji bo zimanê kurdî ronesansek ava kirin ku ew keda wan a zimanî û hunerî hê jî mîna zêr û zeber diteyîse di nava mîrasa me ya nivîskî da.
Li dinyaya qedîm û ya niha jî her milet bi ziman û kitêbên xwe, bi şi'ir û şi'ûra xwe hene, bi wê bîrê û ferasetê li xwe û li alemê temaşe dikin. Ji wir dizên û ji wir şax vedidin.
Em him salvegera wefata Celadet Alî Bedirxan ê Azîzan, him karên wî yên zimanî dîsa bi bîr tînin, ew şîrhelal û ewladê cimaetê, xîmavêj û rukindarê kurmanciya nûjen. Ev risteyên han ji bo Wî:
Kî ji miletê xwe ra bi xêr be ew e Mîr
Kî av dide zimanê xwe ew naçe ji Bîr.
Çavkanî û not:
¹ Celadet Alî Bedirxan, Were Dotmam, r.30. Weşanên Avesta, 1998.
² Firîda Hecî Cewarî, Heciyê Cindî Jiyan û Kar, r.66. Weşanên Lîs, 2008
³ Ahmedê Mirazî, Bîranînêd Min, r. 123-127. Weşanên Avesta, 2025
⁴ Seîd Veroj, Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan 1913-1923, r. 42. Weşanên Dara, 2018.
⁵ Ev xetên han berê hatibûn nivîsandin. (r.e.)
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...