Şoreşgerê serdemekê: Celadet Alî Bedir-Xan
Celadet Alî Bedirxan hêj nehatibû dinyayê, mohra mişextiyê li eniya bav û bapîrê wî hatibû danîn. Mişextiyeke demdirêj bû, wisa
Celadet Alî Bedirxan hêj nehatibû dinyayê, mohra mişextiyê li eniya bav û bapîrê wî hatibû danîn. Mişextiyeke demdirêj bû, wisa bû ku hemû endamên bedirxaniyan, çi biçûk çi mezin, li deverên dûr mezin bûn, xwendin, zewicîn, ketin hepsê û tiştê trajîk jî ev e ku di mişextiyê de sirgûn bûn, heta mecbûr man ku ji sirgûniyê jî birevin ku êdî bi awayekî hînî wê jiyanê bûbûn. Ango, jixwe ji axa xwe dûr ketibûn, gelek ji endamên Bedirxaniyan, mecbûr mabûn ku axa sirgûniyê jî biterikînin.
Yek ji van endaman jî Celadet Alî Bedirxanê kurê Emîn Alî Bedirxan e (1851-Girît) (Veroj, 2018: 18) ku di sala 1893yan de li Stenbolê çêbûye. Esas em dibêjin 1893, lê Rewşen Bedirxan dibêje, dibe ku Celadet bi xwe dizanîbû sala jidayîkbûna xwe, lê nedixwest bibêje. Dibe ku psîkolojîk be, nexwestiye ferqa emrê wan eşkere bibe (Uzun, 2020: 46). Lê ji rojnivîska Celadet Bedirxan em dikarin pê derxin ku di sala 1893yan de çêbûye, lewre di 1924an de diyar kiriye ku 31 salî ye (Bedirxan, 2015: 69).
Her wiha Rewşen Bedirxan diyar dike ku di gulanê de, li Kadikoya Stenbolê hatiye dinyayê, lê jidayîkbûna wî gelek bi pirsgirêk bûye, heta di serî de gotine qey miriye. Wexta ku Celadet Bedirxan çêdibe, ji ber ku serê wî pir mezin e, diya wî ji ber nexweş dikeve. Dixwazin gazî doxtor bikin, ji bavê wî Emîn Alî re dibêjin, lê ew dibêje doxtor nayê, bila bimire. Ji ber vê diçin cem Bedrî Paşayê birayê Emîn Alî û rewşê jê re dibêjin. Ew jî doxtor dişîne. Wexta ku doxtor diçe, rewşa diya Celadet Bedirxan pir xirab e. Bi awayekî zarok derdixe û zarok birîndar e, wekî miriyekî hatiye dinyayê, xwîn jê diherike. Doxtor jî berê xwe dide diya wî, ji bo wê baş bike. Keçika ku alîkariya wan dike, diçe cem Celadet ka cemidiye yan na hema reverev tê û dibêje zarok dijî, yê ku we gotibû mirî ye (Uzun, 2020: 46-47).
Dema ku Kamiran Bedirxan 9 û Celadet Bedirxan jî 11 salî ne û li Lîseya Galatasarayê ne, bûyera kuştina Ridvan Paşa pêk tê û hemû zarokên Malbata Bedirxan Paşa ji dibistanê têne hildan û tev malbatên xwe têne sirgûnkirin, her wiha hinek ji wan jî têne girtin. Emîn Alî Bedirxan wê çaxê li Enqereyê dixebite û di karê xwe de pir baş e, her wiha meaşê wî jî baş e. Her çi qas ew di nav vê bûyerê de nebe jî, ji ber ku bedirxanî ye, tev malbata xwe tê mişextkirin (Henning, 2021: 275). Cihê wan ê ewil Îsparta ye. Kamiran Bedirxan bi awayekî pir xweş behsa Îspartayê dike. Heta diyar dike ku xelkê wê derê jî ji wan re rêzê digirin. Lê ev têr nake helbet, divê zarok dibistana xwe berdewam bikin. Mixabin ji ber ku ji aliyê siyasî ve wekî xetere têne dîtin, zarok ji bo dibistanê nayên qebûlkirin. Divê ji waliyê Konyayê destûr bixwazin. Heta ku destûra wan bê, Emîn Alî zarokên xwe bêperwerde nahêle. Her şev wan li derdora xwe dicivîne û derbarê helbestên kurdî û klasîkên Îranê de tehlîlan dikin (Blau, 2019: 71-72).
Emîn Alî Bedirxanê ku tu car ji siyasetê qut nebûye, bi hişmendî û perwerdehiyê zarokên xwe gihandiye. Li Stenbolê Kamiran û Celadet Bedirxan jî bûne endamên saziyan û her wiha bi nivîskariyê jî xwe derxistine pêş. Wekî ku Veroj (2018: 40) diyar dike nameya ji bo rojnameya Serbestî yekemîn nivîsa Celadet Bedirxan e û “ev name di 20ê Sermaweza sala 1908ê de, di hejmara 5an a rojnameya Serbestîyê de hatîye neşirkirin.” (Şavata, 2020: 47). Her wiha nivîsên wan ên wê serdemê bi tirkî ne û îslam û osmanîtiyê diparêzin. Kamiran Bedirxan jî wexta behsa wan rojan dike, dibêje nîvê serê me misliman, yê din jî osmanî bû (Chaliand, 2019: 116).
Lê belê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem dem û dewran diguhere, Osmanî têk diçin û siyaset jî diguhere. Hinek rewşenbîr rasterast berê xwe didin xebatên li ser netewetiya kurdan û hinek jî xwe vedikişînin. Hinek jî ji ber biryarên tund mecbûr dimînin ku birevin wekî bûyera Emîn Alî û kurên wî. Roja ku biryara bidardekirina Emîn Alî û her sê kurên wî Sureyya, Celadet û Kamiran tê dayîn, mecbûr dimînin ku derkevin derve. Sureyya Bedirxan bi bavê xwe re diçe Misirê û Celadet û Kamiran jî berê xwe didin Almanyayê.
Mirov dikare salên wî yên li Almanyayê ji rojnivîska wî bibîne her çi qas bi awayekî kûr nenivîsandibe jî. Celadet û Kamiran Bedirxan wexta diçin Almanyayê, dev ji xwendina xwe bernadin. Her du jî qeyda xwe di beşa hiqûqê de çêdikin. Lê belê Almanyaya wê serdemê di nav rewşeke pir xirab de ye, ji ber vê jiyana wan a li wê derê pir rihet derbas nabe. Celadet Bedirxan di wê rojnivîskê de behsa tunebûna pere û xwarinê, rewşa aboriya xirab a Almanyayê dike ku di nav krîzeke mezin de ye, hevdîtinên xwe yên bi birayên xwe Kamiran, Tewfîq û Safder re dike. Her wiha ji ber tunebûna pereyan behsa qewirandina ji zanîngehê dike ku wê çaxê di 31 saliya xwe de ye (Bedirxan, 2015: 69). Pişt re diyar nake ka berdewam dike yan na lê li gorî agahiyên Rewşen Bedirxan berdewam dike, dîplomaya xwe distîne, heta li Şamê parêzeriyê jî dike (Uzun, 2020: 90-91).
Digel van rewşên xirab Celadet Bedirxan dev ji elimandina zimên, çûyîna konseran û gerê bernade. Heta di serî de tê nîşandan ku li ser dersên kemanê jî dixebite (Bedirxan, 2015: 23). Pereyê ku bavê wî jê re dişîne, her çi qas li ber yê Almanyayê bêqîmet jî be, dîsa bi kêrî wî tê. Lê ji ber ku meaşê bavê wî tê qutkirin, ew jî bê pere dimîne û rewşa wî xirabtir dibe (Bedirxan, 2015: 40). Ji ber van bûyeran ji aliyê derûnî ve xwe pir xirab hîs dike, tu car nayê bîra wî ku dê ev qas feqîrî bibîne û xwarina wî tenê kartol be (Bedirxan, 2015: 49-50). Ji bo ku debara xwe bike, çîrokên Nesredîn Xoce werdigerîne û dişîne weşanê, carinan gotar dinivîse ji bo rojnameyê, bi almanî çîrokan dinivîse, dersên taybetî dide û pûlan difiroşe. Balkêş e ku dersa yûnanî jî dide li wir, ev jî nîşan dide ku zimanê wî yê yûnanî pir baş e (Bedirxan, 2015: 65-66). Heta Kamiran Bedirxan jî vê agahiyê piştrast dike; wekî ku di bîranîna wî de tê dîtin, di dema rêwîtiya sirgûniyê de li keştiya yûnanan siwar bûbûn, kaptan ji wan zarokan pir hez kiribû, lewre bi yûnaniyeke pir xweş diaxivîn. Her wiha Kamiran Bedirxan diyar dike ku wexta zarok bûn, bavê wan mirebiyeke yûnan girtibû ji bo wan, lewre bavê wan dixwest zimanên ku di împaratoriyê de pir têne axaftin, bila zarokên wî jî hîn bibin (Blau, 2019: 74). Ji xeynî dersên yûnanî, dersên tirkî jî dane (Uzun, 2020: 91).
Celadet Bedirxan heta 1925an li Almanyayê dimîne. Piştre vedigere Misirê cem malbata xwe. Di 1927an de diçe Şamê. Hin rewşenbîrên kurd ên li Şamê di wê serdemê de tevgera Xoybûnê ava dikin û Celadet Bedirxan jî yek ji wan e. Du, sê salan di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de diçe û tê. Lê belê ev tevger jî naçe serî û Celadet Bedirxan xwe ji siyasetê dikişîne, di 1930î de vedigere Şamê û berê xwe dide ziman û çandê.
Xebatên ziman û çandê jê re rêyeke nû vedikin, lewre li gorî wî, bi pênûsê, bi nivîsê, bi xwendinê nifşek dikare bi pêş bikeve û hişmendiya neteweyî çêbibe. Ji ber van fikir û ramanan dest bi xebatên alfabeya kurdî dike, dixwaze bingeha wê ya latînî dayne, ji ber ku li gorî wî rêya modernbûnê, bi alfabeyê re eleqedar e û alfabeya latînî jî rêya elimandina xwendin û nivîsandinê bi awayekî hêsan vedike. Ji ber van sedeman, Celadet Bedirxan difikire ku ji bo hişyarkirina gel weşanek pêwîst e. Rewşen Bedirxan jî vî tiştî piştrast dike û dibêje Hawar ji Xoybûnê bibandortir bû. Lewre ev kovarek e û li her derê belav dibe. Heke Xoybûn ji sed kesan pêk dihat, ev kovar bi hezaran belav dibû li cîhanê (Uzun, 2020: 67-69).
Meseleya alfabeyê meseleyeke hesas bû ji bo Celadet Bedirxan, lewre dengekî nû bû ev. Dengê mirov dengekî bêdîmen e, lê yê nivîsê ne wisa ye, xwedî dîmenek e. Her wiha dengê mirov bi sînor e, tenê li derdor dikare bê bihîstin, lê dengê nivîsê dikare bigihîje her derê cîhanê. Ev alfabe ji ber vê ev qas giring bû ji bo Celadet Bedirxan. Wî dixwest dengê hişmendî, zanîn û yekbûnê li her derê cîhanê bê bihîstin. Kurd ancax wê çaxê dê bikarîna dengê hev bibihîzin. Ev deng, deriyek bû ji bo têketina cîhana modern û ewrûpî.
Celadet Bedirxan gelê xwe bi qîmet didît. Lewre dixwest bila zimanê wan tenê di nav malê de nemîne, bi çend peyvan sînordar nebe. Li gorî wî kurdî ji tu zimanên din ne kêmtir bû û bi xebatê dikarîbû bigihîşta asteke bilind.
Hawar di 1943yan de disekine lê kovareke bi navê Ronahîyê derdikeve ku wekî pêveka wê tê pênasekirin û hinek ji wê cudatir e. Ev kovara ku bi wêne ye, di 1ê Nîsana 1942yan de derdikeve û heta Adara 1945an berdewam dike.
Piştî ku ev her du kovar jî disekinin Celadet Bedirxan jiyana xwe li Şamê didomîne tev malbata xwe. Sala 1951ê ji bo debara wan dibe saleke xweş, lê ji aliyekî ve jî dibe saleke trajîk. Celadet Bedirxan wê salê dest bi karê çandina pembûyan dike. Gundê ku Celadet Bedirxan lê dixebite 30 km ji malbata wî dûr e. Dixwaze li wir bîrek bê kolan. Navê wê bîrê jî datîne “Bîra Qederê” û di nameya xwe ya dawî de wek navnîşan vî navî bi kar tîne. Wexta ku bîr tê kolandin qezayek çêdibe û Celadet Bedirxan dikeve nav bîrê, nav heriyê. Wexta derdixin, dibînin ku di nav heriyê de wer bûye. Dibin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest dide (Uzun, 2020: 188-191). Mirina wî jî wekî jidayîkbûna wî bi awayekî trajîk çêdibe. Lê ji neviyên xwe re mîraseke mezin dihêle, çawa ku Fırat Aydınkaya (2016: 9) diyar dike ku modernbûna navgînî bêyî Celadet Bedirxan nayê nivîsîn, yê ku bi kurdiya modern, matbuata modern, hişmendiya modern, alfabe û rêzimanê, rê ji bo modernbûna kurdan re vekiriye ew e.
ÇAVKANÎ
AYDINKAYA, Fırat, “Kürt Modernleşmesi Dosya Editörü”, di Kürt Tarihi de, sayı: 25, İstanbul 2016, r.8-9
BEDIRXAN, Celadet Alî, Rojên Almanyayê (1922-1925), Osman Özçelik (Wer.), Avesta Yayınları, Stembol 2015
BEDIRXAN, Rewşen -Mehmed UZUN Sohbeti ve Mektuplar, Banyas 1985, Avesta Yayınları, İstanbul 2020
BLAU, Joyce, “Emir Kamiran Bedirxan’ın Anıları”, di Kamiran Alî Bedirxan (1895-1978), Avesta Yayınları, İstanbul 2019, r. 61-82
CHALIAND, Gérard, “Emir Kamiran Bedirxan ile İlişkilerime Dair Tanıklık”, di Kamiran Alî Bedirxan (1895-1978) de, Avesta Yayınları, İstanbul 2019, r. 115-118
HENNING, Barbara, Osmanlı-Kürt Bedirxani Aile Tarihinin İmparatorluk ve İmparatorluk Sonrası Bağlamlarındaki Anlatıları: Devamlılıklar ve Değişimler, İbrahim Bingöl (çev.), Avesta Yayınları, İstanbul 2021
ŞAVATA, Bahoz, “Bi Seîd Veroj re li ser Pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923), di Kürt Tarihi de, sayı: 42, İstanbul 2020, r. 46-51
VEROJ, Seîd, Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan 1913-1923, Dara Yayınları, Diyarbakır 2018
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...