Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Hejmara 17yan ya kovara akademîk Artuklu Kurdologyê derket.
Bi salan e Kovara Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardin Artukluyê ya bi navê The Journal of Mesopotamian Studies derdikeve û weşana xwe didomîne.
Ev kovar ji Tîrmeha 2024an pê ve bi sernavê Artuklu Kurdology weşana xwe berdewam dike.
Artuklu Kurdology, kovareka zanistî û bi hakem e ku li ser mijarên wekî çand, ziman, dîrok, sosyolojî, anropolojî, felsefe, mîtolojî û hwd. hûr dibe û gotaran diweşîne.
Zimanê weşana Artuklu Kurdologyê kurdî, tirkî û ingilîzî ye. Herwiha gotarên bi zimanên din jî ji alîyê desteya edîtoryal ya Kurdology ve têne nirxandin û biryar li ser tê dayîn.
Di vê hejmarê da jî, çendek ji mijarên berbehs cih digirin û danasîn û nirxandina kitêbekê hatîye kirin.
Ev kovar berê wekî matbû çap dibû lê aniha online derdikeve û li ser DergiParkê diweşe.
Naveroka Artuklu Kurdologyê
1. Civaka Eşîrê û Rewşa Trajîk di Romana Yılanı Öldürseler ya Yaşar Kemal da - Mehmet Nur Yavuzer
2. Pêşgira Dariştinê ya “ra-”yê û Fonksîyonên Wê yên Morfosemantîk di Berhemên Klasîk ên Kurmancîya Jorîn da - Ahmet Seyari
3. 1920’lerde Sovyet Politikası ve Kürt Ayaklanmaları - Anjelika Pobedonostseva
4. Di Gotinên Pêşîyan ên Kurdan de Fehma Zayenda Civakî - Muhammed Kayran
5. حەپسخانە و خشتەی تاوانەكانی قەزای گولعەنبەر (1912-1913) لە ئەرشیفی عوسمانیدا - Hemin Omar Ahmad
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/ji-zaningeha-artukluye-banga-gotaran-bo-mijara-edebiyata-zarok-u-nuciwanan-2.html
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...