Cuma Çiçek: The Kurdish Issue is Not Just About Identity; Severe Problems Persist
DIYARBAKIR — Speaking to Botan Times, Dr. Cuma Çiçek pointed out that for the past 20 years, whenever the Kurdish issue
Hejmara 7an ya kovara kurdî Destarê derket.
Kovara Destarê, kovareka wêjeyî ya 3 mehî ye ku sê mehan carekê bi naverok û nivîsên nû derdikeve.
Di vê hejmarê da ji gelek cihan yên wekî Kurdistanê, Ewropa û Qafkasyayê nivîskar û nivîs tê da cih digirin.
Ji danasîna kovara Destarê
Kovara Destar ku bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr dihêre’ ji 2 salan zêdetire di qada wêjeyê de cihekî taybet girtiye weke hejmarên din di vê hejmara xwe ya têr û tijî de jî bi gelek beşên cur bi cur ên wêjeyî derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di hejmara 7'an a kovara ku beş bi beş hatiye sazkirin de, ji çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û Qafkasyayê nivîskar û wêjekarên kurd, di beşên cuda yên di kovarê de, bi nivîsarên xwe yên li ser mijarên cur bi cur ên wêjeyî qedîmbûn, kûrahî û dewlemendiya wêjeya kurdî careke din radixin ber çavan, ji gelek milan ve gehwer û rasteqîniya rêgeh, rûgeh û bergeha wêjeya kurdî ya xwebûnî û gerdûnî diyar dikin

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...